Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jeneral Cemal Mohamed Omer: Operasiyona Rizgarkirina Şengalê Hêjî Nediyare


General Jamal M.Omer - Leader of Kurdish Peshmarge in Kurdistan Region
General Jamal M.Omer - Leader of Kurdish Peshmarge in Kurdistan Region

Jeneral Cemal Mohamed Omer, serleşkerê hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê jibo Dengê Amerîka pişka kurdî dibêje, dema destpêkirina operasyona leşkerî, jibo rizgarkirina Şengalê hêjî nehatiye destnîşan kirin, ew li benda biryara serokê herêmê ne, ew dê dema operasyonê destnîşan bike.

Serok erkanê hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Îraqê Omer dibêje, plan jibo rizgar kirina Şengalê hatiye danan, lê serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî weke fermandarê giştî yê Hêzên Pêşmergan divê ew biryara dawiyê bide.

Derheqî beşdariya hêzên dî yên li deverê weke YPG, HPG û HPŞê di operasyona rizgarkirina Şengalê de, jeneral Cemal got, rewşa taybeta berî salekê bu egera hatina wan hêzan, lê niha pêtivî bi wan nîne, ger me pêtivî bi wan hebû emê daxwazê bikin beşdar bin, lê nabe bê rêkeftin ew li deverê bin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Serok erkanê hêzên Pêşmergeyên herêma Kurdistanê, failê deng dagire;

Ferîq Cemal Mohamed Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:01 0:00


XS
SM
MD
LG