Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Û Hilbijartinên Pêşwext li Kerkuk Û Herêmên Kêşebar


Li gel nêzîkbûna dema hilbijartinên pêşwext li Îraqê ku hatiye plankirin meha Hezîrana sala bihê 2021'ê bihên encamdan. Kurd bi dudilî li pêgeh û hêza xwe li herêmên nakokbar di nêrin, di tirs in ku ew kursiyên parlamenê yên berê bidest dixistin vê carê bidest nexin.

Hêzên Kurdî, bi taybet jî Partî Demokratî Kurdistan PDK'e û Yekitî Niştîmanî Kurdistan YNK'e, xwe jibo hilbijartinên, Kerkuk, Mûsil, Diyala û Selahedîn amade dikin, jiber ku şêweya hilbijartinên nû li Îraqê dê li gor şêwêyê vekirî yê pir bazenyî be neyê girtî û yek bazneyî, tecrûbeya Kurdan jî di vî cûrê hilbijartinan da kême.

Di hilbijartinên derbazbûyî da Kurdan ji hejamara 12 kursiyên Kerkukê bo parlamena Îraqê 6 kursî bidest xistbûn, lê vê carê jiber ku Kerkuk bo 3 bazin û navendên hilbijartinê hatiye dabeş kirin, tirsa Kurdan heye ku hejmarek kursiyan ji dest biden, jiber ku li qezayên weke Dibis, Hewîce û Dadqûq dengderên Kurd kêm in, yên Ereb û Turkman zortirin, dibe ku li wan herêman kursiyan bidest nexin.

Rewend Mela Mehmûd, endamê serkirdayetiya YNKê li Kerkuk dibêje, rewşa Kurdan li Kerkukê çiye, ya Turkman û Ereban jî heman tişte û got"Eger Kurd xwe amade bikin û navmala xwe yekbixen, min hêvî hene ku kursiyên baş bidest bixin, jiber ku li Kerkuk mesele girêdayî kurdayetî û pirsa Kurd e."

Rewş li Mûsilê jî heman tişte, di hilbijartinên derbazbûyî yên Parlamena Îraqê, PDKê li mûsil 6 kursî bidest xistbûn, lê jiber ku vê carê pir navendî û bazneyî ye dê deng jî li ser bazneyan ên dabeş kirin.

Saîd Mem Û Zînî, peyvdarê Liqa PDKê li Mûsil dibêje, şêweyê pir bazenyî planek bû li dij Kurdan da ku deng li ser navend û bazneyan bihên dabeş kirin û kurd sûdê ji dengên ku dê bistîne nebîne û got"Herçende pîlangêrî li dij me heye, lê em karê xwe dikîn, weha dibînim ku ji 4-6 karsiyan bidest bixîn."

Li gorî rewşa parêzgeha Selahedîn ku hejmara kursiyên wê bo paralmena Îraqê 12 kursî ne, heta niha Kurd li wê parêzgehê nikarîne kursiyan bidest bixin, jiber ku Kurd tenê li qeza Xormatu hene, lê dengên wan têra bidest xistina kursiyekî nakin.

Mela Hesen Mihemed, endamê Encûmena Fraksyona Kurdî li Parêzgeha Selahedîn dibêje, eger kurd yekdeng bin û kesekî serbixwe yê baş bikin kandîd dibe ku Kurd bikarin kursiyekê bidest bixin.

Li parêzgeha Diyala, tê çaverê kirin ku Kurd weke berê bikarin kursiyekî bidest bixin, jiber ku hejmarek zêde ya Kurdan li Xaneqîn, Celewla, Mendelî, Cebare û Sa'idîye hene.

Raporta Kerkuk 18 10 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:01 0:00


XS
SM
MD
LG