Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozgen Dibêje Tevî Astengîyan Ewê Xebatên Ser Zimanê Kurdî Bidomînin


Komara Tirkîyê di 29ê Cotmehê de kete 100 salîya xwe. Lê, Kurd vê sedsalîyê jibo xwe wek binpêkirina mafên xwe dibînin.

Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) di roja salvegera komarê de, jibo ku bal bikşîne ser binpêkirina mafên Kurdan xwest meşeke li dar bixe.

Meşa ku ji Stenbolê destpê kir û li ber bû li Enqerê bi dawî were, di roja yekê de hate qedexe kirin.

Serokê HezKurdê Suphî Ozgen û rêvebirên HezKurdê xwest ku li bajarê Îzmîtê dest bi meşê bikin, lê walîtîya Îzmîtê jî biryara qedexekirinê da û nehişt ku ew bimeşin. Piştre, li Sakarya, Duzce û Bolu jî biryarên qedexekirinê hatin dayîn.

Lê, Ozgen û hevalên wî bi meşê nebe jî bi rêwîtîya otomobîlê do şeva Sêşemê xwe gihandin Enqerê û serdana parlamentoyê kirin û parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) Omer Faruk Gergerlîoglu pêşwazîya wan kir.

“Komara Tirkîyê di nav sed salan de mafê Kurdan binpê kirine û destûrnedana vê meşê jî nîşaneya vê yekê ye,” Ozgen ji Dengê Amerîka re got.

Wî got ku karanîna zimanê zimanê dayikê mafekî bingehîn e.

“Kurdî jî yek ji van mafan yê serekî ye. Me jî xwast ku di salvegera sedî de em bal bikşînîn ser binpêkirina mafê zimanê Kurdî û li Stenbolê heta Enqerê bimeşin. Lê hê me gav neavêtibû ku yekser meşa me ji alîyê walîtîya Stenbolê ve hate qedexe kirin.”

Ozgen dîyar kir ku bi wî meşê sê armancên wan hebûn.

“Ya yekê HezKurd dixwaze ku bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û di qanûna bingehîn ya Tirkîyê de cî bigire, ya duyê bila meclîsa Tirkîyê bizanibe ku ewê ti gav ji vî mafên xwe dest bernedin, ya sêyê jî bila Kurd di her qadê de xwedî li vî mafên xwe derkevin.”

Ozgen helwesta hikûmeta Tirkîyê rexne kir û meşa wan qedexe kiriye.

“Ev meşa me li Îzmît, Sakarya, Duzce, Bolu jî hate qedexe kirin. Lê em ji vê armancê paşta venekişîyan û heta Enqerê hatin. Ez li Enqerê ji gelê Kurd û rêxistinên Kurdan re bang dikim ku ev mafekî me yê xwezayî ye. Li ku derê dibe bila bibe xwedî li zimanê xwe derkevin. Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin zimanê me wê di demeke kin de ji holê rabe.”

HezKurd radigîhîne ku ew heta ku mafên zimanê Kurdî bi dest bixin ewê çalakîyên xwe yên cûr bi cûr bidomînin.

ED_01_11_2023_HezKurd_Mes
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:59 0:00
XS
SM
MD
LG