Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêzesemîner Beşa Duyê: Hevrikîya Herêmî li Ser Desthilatê Û Kurd


Enstîtuya Jacson ya Pirsên Navnetewî ya girêdayî Zanîngeha Yale bi hevkarî ligel Rêxistina Dadwerî Jibo Kurdan (Justice for Kurds) ku rêxistineke civaka sivîle, konferanseke onlayn rêxistîye ku zincîreke semîneran dê werin pêşkeş kirin derbarê "Kurd li Rojhilata Navîn"

Roja Sêşemê 20ê Nîsanê danê nîvro li gor dema Washington, semînera duyan û vekirina konferansê bi rê ve çû.

Vekirina panela duyan ji aliyê Edward-Ted Wittenstein Cîgirê Rêvebirê Bernameyan li Enstîtuya Jackson ya jibo Pirsên Cîhanî û mamosteyê Zanîngeha Yale hat destpêkirin û bixêrhatina mêvanan kir û rojevên rêzesemîneran yên mayî ragihandin.

Panela roja Sêşemê 20ê Nîsanê dîsan ji aliyê Emma Sky ve hat pêşkeş kirin. Panelîstên rêzesemînerên derbarê Kurdan li Rojhilata Navîn genralê xanenişîn yê Amerîkî David Petraeus, Lêkolerê Hevkar yê Înstîtûya Jackson li Zanîngeha Yale, û Berpirsê Instîtûya Cîhanî KKR beşdar bû.

Semîner: Kurd li Rojhilata Navîn
Semîner: Kurd li Rojhilata Navîn

Herwiha Balyoz, Dennis Ross, Lêkoler û Hevkarê Bijarde yê saziya William Davidson, û Instîtûya Washington Bo Siyaseta Rojhilata Nêzîk di panela duyan de axiftin kirin.

Pêşî li gor pirsên pêşkeşvana panelê Emma Sky general David Petraeus derbarê rolê Îranê û bandora wê li ser rewşa herêmî bi giştî axivî, Petraeus yê demekî serleşkerê Amerîkî bû li Îraqê û herêmê hem jî, serokê CIA bû, wî got ku Îran "Hîlala Şîi çê dike" û herwiha hewila "Lubnan kirina Îraqê û Sûriyê dide".

Petraeus got, Îran bingerha Şîageriyê li herêmê bihêz dike û çek û alîkariya madî û leşkerî dide milîtanên Şîa mezheb li Lubanan, Îraq, Sûriyê, Yemenê piştî ku wê Hizbillaha Lubbanî bihêz kir ku niha baladestiya wê heye û xwe gihandiye parlemenê, çawan wê Şîayên Lubanê bi rêya Hizbujlla bihêz kirin, weha dixwaze li Îraq, Sûriyê û Yemenê jî wê bike.

Semîner: Kurd li Rojhilata Navîn
Semîner: Kurd li Rojhilata Navîn

Petraeus bal kişand ser dema salên 2008an dema ku ew serleşkerê Amerîka bû li herêmê kanê çawan bi alîkariya hêzên Îraqê wan kontrol li ser milîtanên Şîa hebû, bi taybet di dema êrîşên ser bajarê Sadir li paytext Bexda.

Petraeus got lê piştî hatina DAIŞê û hewildanên wê di sala 2013ê de bo girtina Bexda, milîtanên Şîa piştî vê demê hêzên xwe avakirin û hêz bidest xist.

Petraeus li ser alîkariya Îranê û şêweyê alîkariya "Hersên Sewrî" bo milîtanên Husî li Yemenê anî ziman û got ku Îranê alîkariya madî, mûşek, rokêt û dron dane Husiyan.

Petraeus dîsan got ku li Sûriyê jî Îran û Rûsya rolî dibînin û Îran berdewam di şerê navxwe yê wî welatî de çekdarên xwe hinartine Sûriyê.

Petraeus got xema mezin ya Amerîka derbarê Îranê li Herêmê bihêzbûna milîtanên Şîa mezheb e, zêdebarî pêşxistina bernamê xwe yê navokî, wî got ku heta di diyaloga niha de jî, ya li Vienna Îran dixwaze wextî di berjewendiya xwe de bikar bîne.

Petraeus li ser têkiliyên Amerîka û Erebistana Saûdî rawestiya û da zanîn ku piştî hatina rêveberiya Joe Biden hin guherîn çêbûne lê jiber rolê Îranê Erebesitana Saûdî li herêmê giringe bi taybet piştî peyaman Îbrahîm ya welatên Kendavê bi Îsraîlê re.

Derbarê Kurdan û têkiliyên Amerîka bi Tirkiyê re, û pirsa kanê niha Tirkiye "Doste yan dojmin e " Petraeus got, ji aliyê teknîkî ve Tirkiye hevpeymane, jiber ku dehan salan mil bi milê Amerîka li hember Yekîtiya Sovyeta berê rawestiyane û di yek xendek de bûn, lê Tirkiye nihe xwe di gehîne Rûsya û Sistema bervanî ya S-400 ji Rûsya kirî, ev jî bo berevaniya Amerîka û hevpemanan metirsîye. Dîsan me nikarî ligel Tirkiyê bernemaya çêkirina F-35 û firotina wan ya Tirkiyê berdewam bikîn, ev ji "Astengiyek riyalîteye."

Ji aliyê leşkerî ve z dibêjim, divê Amerîka piştevaniya Kurdên bakurê Îraqê (KRG) û yên bakurê Sûriyê (HSD)ê bike.
Gen. David Petraeus

Petraeus derbarê Kurdan got ku ligel Tikiyê wan pirsgirêka Kurdan heye, di wê kêlikê de Amerîka û Tirkiye ne hevpeymanin, dema Amerîka jibo şerê dijî DAIŞê li bakurê Sûriyê alîkarî da Hêzên Sûriya Demokrat HSDê û ew hevpeymanên Amerîkane, Tirkiye ji vê yekê nerihetbû, jiber ku ew dibîne ku HSD nêzîkî PKKê ye ku di lîsta terorê daye, Petraeus got ku wan li dij PKKê gelek alîkarî daye Tirkiyê.

Herwiha Petraeus got ji aliyê leşkerî ve z dibêjim, divê Amerîka piştevaniya Kurdên bakurê Îraqê (KRG) û yên bakurê Sûriyê (HSD)ê bike.

Petraeus li ser Tirkiya li jêr desthilata Erdogan û partiya AKPê jî rawestiya û got ku Erdogan demokrasiya Tirkiyê bikar tîne û her tişt xistiye destên xwe, lê me dît ku di hilbijartinên dawiyê de Erdogan û partiya wî li Stenbol û bajaran din têkçên û rewşa aborî ya Tirkiyê xerab bûye û serokên banka Navendî tên guhertin.

Panelîstê duyan balyoz, Dennis Ross, Lêkoler û Hevkarê Bijarde yê William Davidson, dest bi axiftinê kir û li gor pirsên Emma Sky bersivdan û ew jî li ser rolê Îranê li herêmê rawestiya.

Ez ne geşbînim helwesta Tirkiye bihê guhertin
Dennis Ross

Ross got, Îran xwe li herêmê bi hêz kirye û di pirsa bernama atomî de jî tektîkê bikar tîne, wî bi mînakên dîrokî behis kir û bal kişand ser şerê Îranê yê salên 80an ligel Îraqê, kuştina kesên siyasî li Ewrupa û sizayên Almaniya li ser wî welatî herwiha peymana navokî ligel hêzên navnetewî di salên dawiyê de û ya herî dawî êrîşa ser bingeha Natanz.

Ross got di her demê de Îran bi şêwekî ji şêweyan xwe bo rewşê digoncîne û amade dike.

Ross got, di dema hatina rêveberiya Biden de hin guherîn çêbûne, bi taybet piştî ku Biden li hember Husiyên Yemenê û Erebistana Saûdî hin hewlwestên cûda standin, bi taybet vegerîna diyaloga bernama navokî ya Îranê li gor peymana 2015ê û dîsan têkiliyên bi Erebisstana Saûdî re hatine guhartin piştî derketina raporta Îstîxbarata Amerîkî ya derbarê kuştina rojnamevanê Saûdî Cemal Xaşiqçî li Tirkiyê.

Divê em li Tirkiyeke piştî Erdogan bifikirin
balyoz Dennis Ross

Wî got siyaseta Biden ewe kudi navber Îranê û Erebistana Saûdî "Siyaseta ragirtina belansê" bikar bîne.

Ross derbarê Tirkiyê û têkliyên Amerîka rawestiya û got ku Amerîka "Tirkiyê zêdetir ji Erdogan" dixwaze û "divê em li Tirkiyeke piştî Erdogan bifikirin".

Ross derbarê pêşeroja aştiya li herêmê bi Kurdan re û bi taybet bi Tirkîyê re got gelek Kurd li Tirkiyê hene û bi bandorin wan di hilbijaritnên borî de benda 10% derbaz kirbû. Lê derbarê "aştiya bi Tikriyê re ez ne gerşbînim" Ross got jî niha Tikiyeke têkel heye "di navbera nasyonalîstî û Îslamîzmê daye" û got hevalbendê Erdogan niha tevgerek nasyonalîzm ya MHPê heye û AKP jî Îxwaniye, jiber wê yekê "ez ne geşbînim Tirkiye bihê guhertin".

Di panelê de dîsan beha têkilyên Kurdan li Kurdistana Îraqê di navbera Bexda û Hewlêrê de jî axiftin hatin kirin, herwiha sudmendiya Kurdan ji peymana Îbrahîm ya welatên Kendavê bi Îsraîlê re, û îmkanên çêbûna statuyeke taybet bu Kurdan li herêmê axaftin hatin kirin.

XS
SM
MD
LG