Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd li Rojilhata Navîn Pişka Sêyemîn: Nêrînên Kurdan ji Herêmê


Kurd li Rohjilata Navîn
Kurd li Rohjilata Navîn

Înstîtûya Jacson ya Pirsên Navnetewî ya girêdayî Zanîngeha Yale bi hevkarî ligel Rêxistina Dadwerî Jibo Kurdan (Justice for Kurds) ku rêxistineke civaka sivîle, konferanseke onlayn rêxistîye ku zincîreke semîneran dê bên pêşkeşkirin derbarê "Kurd li Rojhilata Navîn"

Roja Sêşemê 27ê Nîsanê danê nîvro li gor dema Washington, beşa Sêyan ya rêzesemînerên derbarê Kurdan bi axiftineke kurt ya vekirinê ji aliyê Edward 'Ted' Wittenstein Cîgirê Rêveberê Bernaman li Înstîtûya Jackson Institute Bo Pirsên Cîhanî û mamosteyê zanîngeha Yale hat destpêkirin.

Ted, bixêr hatina pêşkeşkarê semînarê û panelîstan kir ku pêşkeşkarê vê panelê Rory Stewart, Lêkoler û hevkarê dêrîn yên Instîtûya Jackson û Panelîst Bayan Samî Abdul Rahman, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka û Sinem Mohamad, Nûnerea Encûmena Sûriya Demokratîk li Amerîka.

Kurd li Rohjilata Navîn
Kurd li Rohjilata Navîn

Rory Stewart pêşî pirsa rewşa niha ya li herêma Rêveberîya Xweser (Bakur û Rojhliatê Sûriy) ji Sinem Mohamad Şerkanî kir.

Sînem xwest ku wêneyê giştî yê rewşa Kurdan li Rojhilata Navîn diyar bike û got ku Kurd di navbera 4 welatan de perçe bûne û ji mafên wan hatine bê behir kirin, tenê sopas ku Herêma Kurdistana Îraqê heye ji aliyê navnetewî ve tê naskirin. Kurdan gelek berdêla daxwazên azadî û mafên xwe dane li van welatan yên ku Kurd lê dijîn, Sînem Şerkanî got.

Kurd li Rohjilata Navîn
Kurd li Rohjilata Navîn

Derbarê rewşa nihe ya Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sînem Şerkanî got, Em dixwazîn Kurd li gel hemî pêkhateyên din yên li herêmê, ji Ereb, Kiristiyan, Turkaman û yên dî bihvre bijîn û hemî pêkhate mil bi mil ewlekariya herêmê di parêzin.

Sînem Şerkanî behsa astengiyên li hember Rêveberiya Xweser ya bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û got:

  • DAIŞ pirsgirîka pêşiyê ye, herşçende ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat û bi alîkariya Amerîka û hevpeymaniya Navnetewî hatine jinav birin, lê dîsan şaneyên wê yên nivistî hene û metirsîne li ser ewlekariya heremê.
  • Êrîşên Tirkiyê, Sinemê behsa êrîşên Trikiyê yên berê û niha kirin û got ku Tirkiye destê xwe gelek xistiye nava Sûriyê bi alîkariya grûpên çekdar yên ku Îdoljiya Îslamiya tundrê diparêzin û alîkariya wan dike weke çawan Efrîn dagîrkir û gelek tawanên cengê encamdan yên weke, destdirêjiya ser jinan, kuştin û hinda kirina sivîlan û zepkirina malê xelkê.

Sînem got ku 2018ê Tirkiyê Efrîn dagîr kir û paşî jî êrîşên ser Serêkaniyê û Girêspî encamdan.

Derabrê pirsa têkiliyên Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê Sînem Mohamed Şerkanî got ku wan gelek caran hewil daye, bi riyên diyaloga aştiyane çareseriya pirsgirêkan bikin ligel rejîmî lê mixabin rejîm, heta niha jî dixwaze Sûriyê hemiyê bêxe jêr kontrola xwe û ti aliyek din qebûl nake.

Sînemê behsa nirxên ku li herêma Rêveberiya Xweser hene û got ku Em klîla çareseriya pirsgirêka Sûriyê ne.

Wê behsa wekhevîya jin û mêran, nirxên demokrasî, azadiya olî û etnîkî kir li herêmê û da zanîn ku divê Amerîka zêdetir piştevaniya wê Rêveberiyê bike jiber ku ev nirxên demokrasî li herêmê heman Aarmanc û nirêxên Amerîka û Ewrupa ne û da zanîn ku xelkê me gelek hez ji Amerîka dike, jiber ku alîkariya wan kirîye û dixwazin li herêmê bimînin.

"Ez gelek geşbînim derbarê alîkariya Amerîka bo herêma Rêveberiya Xweser. "
Sînem Mohamed Şerkanî

Sînem derbarê pirsa helwesta Rêveberiya serok Biden got "Ez gelek geşbînim derbarê alîkariya Amerîka bo herêma Rêveberiya Xweser. "

Derbarê pirsa têkliyên bi Tirkiyê re Sînem Şerkanî got, ew bi hêvîne ku Tirkiye bi rêkên diyalogê çareseriya pirsa Kurd bike û destê xwe nexe nava pirsên Sûriyê, Sînem da zanîn ku pirsgirêka Tirkiyê û Erdoganî ne tenê PKK ye ew dijî gelê kurde, li Tirkiyê pirsa miletê Kurd heye.

Bayan Sami Abdul Rahman, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gor pirsên pêşkeşkarê panelê û pirsên amadebûyên semînera onlyan bersivdan.

Kurd li Rohjilata Navîn
Kurd li Rohjilata Navîn

Pêşî derbarê rewşa nihe ya Herêma Kurdistana Îraqê got li herêmê gelek pirsgirêk û karên pêşîn hene:

Pirsa DAIŞê derencamên şerê li gel DAIŞê ku nêzî yek mîlyon koçber û penaber li herêma Kurdistanê hene yên ku ji nava axa Îraqê hatine herêmê û jiber xerabiya rewşa ewlekariya reviyane çi Ereb, Kurd, Êzidî û pêkhateyên din û herwiha Kurdên Sûrî jiber şerên li herêmê hatine di kampan de dijîn, ev jî bargiraniyek mezine bi hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Pirsgirêkên Aborî dîsan beşeke ji karên pêşî û bargiraniya li ser hikûmeta Herêmê, jiber pandemiyê rewşa aborî têkçû, bihayê petrolê daket û pirsgirêka budce û nehinartina mûçeyan ji aliyê hikûmeta Bexda ve rewşa aborî xerab kir.

Bayan Samî Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdara panelê li gor pirsên pêşkeşkar yên derbarî bandora rewşa li welatên dewrûber li ser herêma Kurdistnaê çiye, wê got ku çi li Sûriyê çê bibe, li Îranê yan Tirkiyê rasterast bandorê li herêma Kurdistanê jî dike, bi taybet pirsên girêdayî kurdan.

Bayan dibêje, weke çawan Sînemê jî anî ziman ku "çareserî li herêmê pêknayên eger ku pirsa Kurdî li Rojhilata Navîn neyê çareser kirin."

Bayan derbarê pirsa rêvebriya Biden û giringdan bi Herêma Rojhilata Navîn got, bila ew riyalîte mîze bikîn, pirsgirêkên Biden û Rêveberiya wî gelekin, pandemî heye, pirsa aborî bi Çînî re heye, pirsên navxweyî lewan "Ez bi şêweke giştî dbînim ku karên pêşî û gorong yên Rêveberiya Biden, ne Rojhilata Navîne." Bayan Samî got.

Çareserî li herêmê pêknayên eger ku pirsa Kurdî li Rojhilata Navîn neyê çareser kirin.
Bayan Samî

Herwiha derbarê pirsa têkiliyên bi Tirkiyê re û şerên ligel PKKê, Bayan Samî got ku, gelek caran wan daxwaz ji Tirkiyê kirîye ku êrîşên xwe yên Herêma Kurdistanê rawestîne û me daxwaz ji PKKê jî kirîye ku ji herêma Kurdistana Îraqê derkeve.

Bayan got mixabin di êrîşên Tikiyê de gelek mirov hatine kuştin, gund hatine vala kirin, çandin û ajel mirine û têkçûne.

Bayanê got"Şerê Tuikriyê û PKK ne şerê me ye", herwiha wê got divê Tikirye û PKK çareseriyên xwe di nava Tirkiyê de pêk bînin.

Derbarê hewlesta Biden li ser Cenosîda Ermenan Bayan got, mixabin ku gelek cenosîd li dijî Kurdan pêkhatine lê heta nihe welatan bi fermî ew weke Cenosîd nas nekirine bi taybet, komkujiyên weke Helebce, Enfal. Kuştina Feyliyan û ya Barzaniyan.

XS
SM
MD
LG