Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Nêzî Navendeke Kurdan ya Parîsê Êrîşa Çekdarî Çêbû


AFP’ê ragihand ku li Parîs ya paytexta Fransa êrîşeke çekdarî li dar ketiye.

Di êrîşê de 2 kes hatine kuştin û 4 kesên din ji bîrindar bûne ku ji wan rewşa 2’yan giran e.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku êrîş li nêzî navendeke çandî ya Kurdan li dar ketiye ku Kurdên li Twitterê didin zanîn ku ew cîh Navenda Çandî ya Ahmet Kaya ye.

Sedema êrîşa hîn nayê zanîn. Hêzên ewlekarîyê didin zanîn ku bergumanekî 69 salî hatiye desteser kirin.

Polîsê Parîsê bang li gel kir ku ji Rue d’Enghien ya herêma Strasbour-Saint Denis dûr bisekinin.

XS
SM
MD
LG