Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Sîvan Seîd: Heta Îraq û Herêma Kûrdistanê Lawaz Bin, Tirkiyê dê Êrîşan Bike


Dr. Sîvan Seîd, Pirofisorê Alîkar li Zankoya Şan Şîn li Çînê gote VOA berjewendîya welatên cîhanê di şerê bê beramberê Tirkiyê de li dijî Kurdan, nînine, lewan ew bûye bûyerek herêmî.

Di demê heftiyekê de, Tirkiyê çendîn êrîş di herêma Kurdistana Îraqê de encamdan, sivîl kuştin û ziyan gehand gundî û gundên herêmê. Digel wê jî bersiva cihanê li hember wan kiryaran nehat bihîstin.

Dr. Sîvan Seîd, pirofisorê alîkar li zankoya Şan Şîn li Bêjing paytextê Çînê gote VOA-Dengê Amerîka, berjewendîya welatên cîhanê di vî şerê bê beramberê welatekê mezin li dijî gelekê bê dewlet de, nînine, lewan ev şer buye bûyerek herêmî.

Dr. Sîvan Seîd got jî heta kû Îraq bimîne welatek lawaz û rayedarên herêma Kurdistanê ne di xema welatiyên xwe de bin, Tirkiyê dê van renge êrîşan bidomîne.

Hevpeyvîn digel Dr. Sîvan Seîd
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00
Direct link



XS
SM
MD
LG