Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Salvegera 128'an a Roja Rojnamegerîya Xwe Pîroz Dikin

Di salvegera 128’an a Rojnamegeriya Kurdî de, ku di 22’ê Nîsanê de tê bîranîn, civaka Kurdî dîsa balê dide ser girîngîya medyayê û rola wê di parastina nasname û çandê de.

Ev roj bi dîroka weşandina rojnameya yekem ya Kurdî, Kurdistan, hate destpêkirin ku ji alîyê Miqdad Midhet Bedirxan ve di sala 1898'an de li Qahîre derket.

Kurdistan
Kurdistan

Di van salên dawî de, rojnamevanên Kurd li gelek welatan bi astengîyên mezin re rû bi rû ne. Lê her çend rewş dijwar be jî, rojnamegerîya Kurdî berdewam dike û li ser mijarên civakî, siyasî û çandî dengê gelê xwe bilind dikin.

Rola jinan di vê qada de her ku diçe zêde dibe. Jina rojnamevan ne tenê di warê nûçeyan de çalak in, lê belê di pêşxistina nêrînên nû û parastina mafên jinan de jî roleke girîng dilîzin.

Ev pêşketin nîşan dide ku medya Kurdî bi hemû şaxên xwe ve her ku diçe pêş dikeve, lê ji kêmasî û pirsgirêkan jî bêpar nîne.

Herwiha, medya civakî bûye alaveke sereke ji bo belavkirina nûçeyan û gihîştina xwendevanan, bi taybetî di nav ciwanan de.

Di vê rojê de karmend û nûçegihanên Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka li gelek herêm û welatan belav bûne, mijarên ser Amerîka, siyaseta wê û têkilîyên bi Rojhilata Navîn û cîhanê re raportan amade dikin û diweşînin.

Li Rojava, nûçegihanekî Dengê Amerîkayê di raportekê de bal kişand ser rewşa nû ya Sûrîyê û bandora wê li rojnamegerîya Kurdî. Rojnamevan, di nav de jî yên jin, dibêjin gavên ku vê dawîyê derbarê ziman û çanda Kurdî hatine avêtin ji bo pêşketina rojnamegerîya Kurdî girîng in, lê hîn jî pêdivî bi gelek biryar û gavên praktîkî hene ji bo rojnamegerîya Kurdî cihê xwe yê rast li ser asta Sûrîyê bibîne.

Li Herêma Kurdistanê jî, nûçegihanekî Dengê Amerîka raportek li ser mijara rojnamegerîya niştimanî amade kir, tê de behsa rola medyayê di nêzîkkirin û yekkirina helwestên niştimanî yên Kurdan kir. Di dema krîza Kurdên Rojava de li destpêka 2026'an, dezgehên ragihandinê li Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak ji bo alîkarîya Kurdên Rojava xebitîn.

Lê pispor dibêjin, ji ber ku dezgehên medyayê li Herêma Kurdistanê jî hin di çarçoveya partîzanî de ne, rola medyaya girêdayî partîyên siyasî ji bo pêşxistina gotara niştimanî sînordar dimîne.

Di salvegera 128'an de ya Rojnamegerîya Kurdî, asoyên medyayê li her devereke Kurdistanê bi awayên cuda pêşketine. Ji bilî zêdebûna hejmara rojname, kovar, radyo û televizyonan, niha teknolojîya nû pêleke din a rojnamegerîyê bi xwe re anîye ku wekî welat û gelên din, têgehên rojnamegerîyê li nav Kurdan guhertine.

Ji bo bêtir agahî li ser rewşa rojnamegerîya Kurdî di salvegera Roja Rojnamegerîya Kurdî de, li bernameya taybet ya Dengê Amerîka temaşe bikin:

Bernameya Taybet di Salvegera 128'an a Roja Rojnamegerîya Kurdî de
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:57 0:00
This item is part of
XS
SM
MD
LG