Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mecîd Mihemed: Sûriyê Nema Vedgere Wek Berê


Amerîka û Rûsiya hewldanê dikin ku şerê Sûriyê bidawî bikin û çareserîk siyasî dinav bera rêjîma Sûriyê û aliyên rikeberiyê de pêda bikin, bi alîkariya Netewên Yekbûyî û hêzên navnetewî, ku nuha giftûgoyan dikin li ser destûrek nû ji Sûriya Paşroj re.

Di derbarî vê mijarê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Mecîd Mihemed re kir.

Rojnamevan Mecîd di serî de anî ziman ku helwesta herdû lîstkvanên serekî di şerê Sûriyê de Amerîka û Rûsiya nêzîkî hev bûye ji bo bidwaîkirina şer li Sûriyê, lê li gorî wî hîna hûrbîniyên vê rêkeftinê zelal nebûne.

Her wiha jî li ser rola kurdên sûriyê di paşaroja Sûriyê de dibêje:" Wê kurd ne bê par bin di vê rêkeftinê de, ji ber ku Amerîka dixwaze ku ew beşek bin ji çareseriya Sûriyê ya siyasî."

Di dwaiyê de wî anî ziman , ku Sûriyê nema vedegere wek ya berî 2011'an ve, û wê gelek guhertinên mezin li pêşiya wê hebe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:18 0:00

XS
SM
MD
LG