Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Kurdên Suriyê Û Hewildanên Naskirina Navnetewî Ya Rêveberiya Wan


Bêrîvan Xalid (Rêveberiya Xweser) û Hewas Xelîl (ENKS)
Bêrîvan Xalid (Rêveberiya Xweser) û Hewas Xelîl (ENKS)

Kurdên Sûriyê dest bi helmetekê kirîye ku rêveberiya wan ya li bakur û rojhilata Sûriyê ji aliyê civaka navnetewî ve bihê naskirin.

Jibo vê mebestê dostên xwe û xelkê xwe agihdar kirine ku bi her awayî di mediya civakî de û bi rêyên dîplomasî piştevaniya navnetewî bidest bixin.

Şandeke Rêveberiya Xweser roja Yekşema borî li Parîs li gel serokatî û hin berpirsên Qesra Alîzyee civîn encamdan, herwiha Hashtag a taybet bo vê mebestê di mediya civakî de afirandiya.

Ev bûyer di wî çaxî de pêktê ku Serokê Sûriyê Beşar Esed berî çend rojan sonda yasayî xwar ya desthilatek nû bo 7 salên din, di gotora xwe ya sondxwarinê de bi şêwekê zelal Esed behsa hemû hêzên opozisyona Sûrî kir û ew bi xayîn û terrorist bi nav kirin û tekez li ser Yek gel û yek parçeyî û Erebkirina Sûriyê kir, û dixwaze sistema totalîtar ya dehan salan cardî vegere Sûriyê û guherîn çênebin û hêzên din jî qebûl neke.

"Me li qesra Elyzee civînek berfireh pêkanî û nîqaşên bi nirix li ser rewşa bakur û rojhilata Sûriyê hatin kirin."
Bêrîvan Xalid

Di heman demê de aloziyên li wî welatî piştî şerê 10 salan di zêdebûnê dane û rêxistina DAIŞ car dî xwe bihêz dike û rewşa aborî pirtir têk diçe.

Piştî ku Amerîka xwe ji Afganistanê vekişand û niha li Îraqê jî di nava diyalogê de ye ku şanda Îraqê li Washington danûstandina dike ya hevakrî û hevalbendiya Amerîka li gel Îraqê û diyaloga stratejî encam didin kanê leşkerên Amerîka dê li Îraqê bimînin yan na, eger ku bimînin jî şêweyê mana wan dê çawan be.

Jiber van hemû bûyeran, Kurd ditirsin ku senaryoya Afgnasitanê li Sûriyê jî dubare bibe û hêzên Amerîkî vekişin, wî çaxî herêma Kurdan li bakur û rojhilata Sûriyê dê bibe aramnca gelek aliyan weke, çekdarên DAIŞ, grûpên çekdar yên tundrê ku Tirkiye piştevaniya wan dike û hêzên rejîma Şamê û milîtanên Îranê li wî welatî.

Bo danûstandina derbarê vê mijarê û çarenivîsa helmeta Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriy, Hello Washington mêvandariya Bêrîvan Xalid, Hevseroka Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûriyê û Hewas Xelîl Berpirsê Ofîsa Derve ya Eniya Aştî û Azadiyê ji Almanya.

Pêşî Bêrvîna Xalid endama şanda Rêveberiya Xweser Ya Bakur Û Rojhilata Sûriyê ku roja Yekşemê hevdîtin li gel serokê Fransa Emmanuel Macron û berpirsên din yên Qesra Elyzee encam dabûn got, "Me li qesra Eleyzee civînek berfireh pêkanî û nîqaşên bi nirx li ser rewşa bakur û rojhilata Sûriyê hatin kirin."

Fransa got "Ev rêveberiya bi emrê xwe biçûk pêngavên hatine avêtin pîrozin."
Bêrîvan Xalid

Bêrîan anî ziman ku piştî civîna berfireh ya her du şandan ku vexwendin ji aliyê Fransa de bo berpirsên Rêveberiya Xweser hatbû dîsan civînên din jî çêbûn got, ku Fransa gotiye emê bimînin û di şerê li DAIŞê de we biparêzin, Bêrîvan got, "Civînên hatin encamdan pozetîv bûn."

Bêrvîan got, aliyê Fransa ji me re da xuyakirin û gotin ku "Nûnerên me li wêderê hene, lê em dixwazin ji we her tiştî bibihîzîn û zelal bikîn."

"Em weke Enya Aştî û Azadiyê têkeliyên me yên fireh bi civaka navnetewî re hene."
Hewas Xelîl

Herwiha Bêrvan Xalid da zanîn ku şanda Fransa pesina karê Rêveberîya herêmê dike daye û got, "Ev rêveberiya bi emrê xwe biçûk pêngavên hatine avêtin pîrozin."

Hewas Xelîl, berpirsê Ofîsa Derve Ya Eniya Aştî û Azadiyê ku ji Almanya tevlî Bernama Hello Washington bû wî got, "Hewildanên aramiyê li herêmê karek pîroze." Hewas herwiha li axiftina xwe zêde kir û got, lê divê em li cem xwe ji bo aramiyê kar û xebatê jê re bikîn.

"Divê me projeyê xwe hebe, bi wastey wan projeyan têkeliyên navnetewî danîn."
Hewas Xelîl

Hewas dîsan got, "Divê me projeyê xwe hebe, bi wastey wan projeyan têkeliyên navnetewî danîn."

Hewas Xelîl herwiha got "Em weke enya aştî û azadiyê têkeliyên me yên fireh bi civaka navnetewî re hene."

Bernama Nû Ya Hello Washington 23 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:27 0:00

XS
SM
MD
LG