Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îdrîs Şaaban: DAIŞ Dixwaze Gaza Klorê Bikar Bîne


Muqedim Îdrîs Şaaban Berpisê Rêxistina fermanda Duhok ya Hêzên Pêşmergên Kurdistan

Berpirsê Rêxistina Fermanda parêzgeha Duhok ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Muqedim Îdrîs Şaaban dibêje, li enîya Keskê û Herdan, çekdarên DAIŞê hewildaye hind rokêtên dagirtî ji gaza klorê li dijî sengerên pêşmergan bikar bîne.

Şaaban bal dikşîne ku wan pêşwext bi hewildanên DAIŞÛê agardar bûne û bi hevkarîya hêzên hevpeymanan 4 otomobîlên wan yên ku rokêtên gaza klorê tê de bûn, hatin jinavbirin.

Muqedim Îdrîs dibêje, pirsa rizgarkirina Şengalê nêzîk bûye, hemû amadekarî hatine kirin û pirs tenê bi demê ve girêdayî ye.

"Propaganda tê kirin kû hêzên Kurdî jibo rizgarkirina Şengalê li hev nakin, lê ew ne rast in."

Îdrîs bi berdewamî dibêje hevkarî di navbera hemû hêzên Kurdî de heye, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weke serleşkerê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dixwaze, wekî ku li Kobanê hebû, hevkarîya hêzên Kurdî hebe.

Hûn dikarin temamîya gotinên Muqedim Îdrîs Şaaban di faila Deng de guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:03 0:00

XS
SM
MD
LG