Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enflasyon li Sûriyê 'Bilindkirina Mûçeyan' Bê Wate Dihêle


Çend demjimêr bi ser biryara serokê Sûrî Beşar el-Esad ya bilindkirina mûçeyan re hîn derbaz nebûbûn, ku dirava Sûrî (lîre) nizimtir bû û rekoreke nû ji daketinê şikand.

Roja Çarşemê el-Esad mûçeyên hemû karmendên hikûmetê, leşker û xanenişînan bi rêjeya ji sedî 100 bilind kir.

Hemdemî biryarê, lîreya Sûrî nizimtir bû, di nava rojekê de lîreya Sûrî pirtir ji hezar ji nirxê xwe winda kir, ku dema amadekirina vê raportê her dolareke Amerîkî li bazara diravan nêzî 16 hezar lîre dikir.

Şîrovekarê aborî Çeleng Omer li ser zêdekirina mûçeyan ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ev yek nayê wateya başbûneke aborî, lê tersî wê enflasyon dê bilindtir bibe û deyna giştî jî zêdetir dibe.

“Xezîneya Banka Navendî ya Sûrî ji yedekên diravên biyanî vala ye, ev zêdekirin ti hêzê li karîna kirîna mûçeyan zêde nake, jiber ku buhabûna sotemenîyê dê bihêle hemû kelûpel û xizmetguzarî jî buhatir bibin, anku enflasyon hîn zêde dibe û zêdebûna mûçeyan dixwe”.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Bazirganîya Hundirîn ya hikûmeta Şamê şeva Sêşemê buhaya hemû cureyên sotemenîyê, mazot, fyol, benzîn û gazê zêde kiribûn, her lîtreyek mazotê bû 11 hezar û 550 lîre û her lîtreyek benzînê bû 13 hezar û 500 lîre.

Li gor medyaya nêzîkî hikûmetê, piştî buhakirina sotemenîyê tevlihevî di bazarê de çêbûye ku bazirgan nirxên kelûpelan bi taybet yên xwarinê li gor xwe zêde kirine, herwiha çûnûhatin anku tevgera veguhestinê li parêzgehên jêr kontrola rejîmê de tevizîye, ku ajokar bi tarîfeya berê qayîl nabin.

Li bazarên herêma Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jî biryarên hikûmeta Şamê bê bandor nebûn, ku bi nizimbûna nirêxê lîreyê re, nirxê pir kelûpelan buhatir bû ku firoşkar buhayê bi nirxê dolar ve girêdidin û dipîvin.

Li ser rengvedana biryarên hikûmeta Şamê li herêma Rêvebirîya Xweser, Çeleng Omer wê yekê normal dibîne, jiber ku herêm beşek ji Sûrîyê ye û dirava lê tê bikar anîn hîn lîre ye.

“Jiber ku pergaleke diravî ya serbixwe li cem Rêvebirîya Xweser tuneye, herêma wê bi enflesyonê û nizimbûna lîreyê neyînî dê bandor bibe. Çiqas herêm bi çavkanî û samanên xwe yên aborî zengîn be jî lê givaşên aborî dîsa dê li ser hebin”, Omer dîyar kir”.

Omer herwiha got ku divê Rêvebirîya Xweser jî mûçeyên karmandên xwe yekser bilind bike û dê baştir be eger kirîn û firotin li herêmê êdî bi dolar be.

Hêjayî birxistinê ye ku berpirsekî Rêvebirîya Xweser berî çend rojan ji Dengê Amerîka re ragihandibû ku bilindkirina mûçeyan di rojeva wan de ye, jiber ku nirxê lîraya Sûrî gelekî nizim bûye, bê ku dem û miqdara bilindkirinê destnîşan bike.

Hemdan El Ebd, Cîgirê Hevserokatîya Meclîsa Cîbicîkar di Rêvebirîyê de gotibû ku derfeta wan ya danûstandina bi dolar heye lê ev mijar bi biryara sîyasî ve girêdayî ye.

Li gor raportên Neteweyên Yekbûyî, piştî 12 salan ji şerê li Sûrîyê, ji sedî 90'ê rûniştvanan di binî asta hejartîyê de dijîn. Herwiha piritr ji 12 milyon kes anku nîvê gel bi nebûna ewlekarîya xwarinê re rûbirû ne, ku pêdivîya malbatê mehane bi 81 dolaran tenê jibo xwarinê heye, lê mûçyên hikûmeta Şamê piştî zêdebûnê nîvê vê hejmarê hîn derbaz nake.

Raporta efrînê NR_08_16_2023_Sûriyê_Aborî.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00
XS
SM
MD
LG