Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taha Xelîl: Sûriya Berê Nema, Sûriyek Federal Demokratîk Tê Avakirin


Taha Khalil Kurdish Journalist Politician in Syria
Taha Khalil Kurdish Journalist Politician in Syria

Roja Înê 08.12.2015an Kongreya Sûriya Demokratîk li bajarê Dêrîkê li nêzîkî Qamîşlo hat encamdan, gelek delege ji pêkhateyên cûda yên Sûriyê di kongrê de amade bûn.

Amadekarên kongrê dibêjin, nêzîkî 16 partiyên Kurdî, 7-8 alîyên Erebî, herwiha nûnerên pêkhateyên Sûrî yên wek Tirkmen, Asûrî û Suryanî beşdarî kongrê bûne.

Armanca kongrê ew e ku hemû pêkhatî û aliyên Sûrî di paşerojê de, xwe di Sûriyeke federal û demokratîk de, bi aştî bibînin.

Konferensa Sûriya Demokratîk li Dêrkê
Konferensa Sûriya Demokratîk li Dêrkê

Taha Xelîl, berpirsê ofîsa ragihandina kongrê xuya dike ku ev demeke dirêj kongre hatiye plankirin.

Xelîl piştrast dike ku PYD û Hêzên Sûriya Demokratîk jibo kongreya Erebistana Saudî nehatine vexwendin, ya ku di 8-10 vê mehê de li bajarê Riyad bê lidarxistin.

Xelîl herwiha dibêje, ew di wê bawerîyê de ne ku piraniya delegeyan dê dengê xwe jibo Sûriyeke federal û demokratîk bikar bînin ku di civîna dawiyê ya sibe Çarşemê de bête biryardan.

Kerem kin guhdariya temamiya hevpeyvîna ligel Xelîl bikin.

Dîdar li gel Taha Xelîl
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:43 0:00

XS
SM
MD
LG