Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Teqînên Mezin li Tiltemir Qewimîn


Roja Pêşemê 10î Kanûna pêşîn, danê êvarî li derdora seat 6an bi dema rojava 3 tirmbêlên mayînkirî di heman demê de teqiyan.
Welatiyek ji Tiltemirê ji bo dengê Amarîka anî ziman ku teqîn pir mezin bûn û hejmara kuştî û birîndaran ne diyare, her wiha ji ber yek ji teqînan nexweşxaniya bajêr armanc girt bû hemû birîndar hatin veguheztin li nexweşxaniyên bajarên din mîna Serêkaniyê û Dirbêsiyê.

Mizgeftên bajarê Serêkaniyê bangewazî li welatiyan dikirin ku pêdivî bi xwînê heye.

Rojnamevan Ferhad şamî ji bo Dengê Amerîka anî ziman ku asayîşa rojava hemû riyên ku tên ber bi bajarê Tiltemir û Serêkaniyê girtine û bi taybet ji bo tirmbêlên ji cûreyên mezin ku gûman heye tirmbêlên din mayînkirî hebin .

Ta niha hîç aliyekî teqîn ne girtiye ser milê xwe lê tê gomankirin ku Daişê ev êrîş pêkanî bin.

Li Raoprê gûhdarî bike.

Raport liser 3 teqînên Tiltemir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:42 0:00

XS
SM
MD
LG