Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ted Cruz Daxwaza Piştevanîya Kurdan Dike

Senatorê Komarî yê Teksasê (Texas) Ted Cruz got ku Kurd hevalbendên dilsoz ên Amerîkayê ne û di gelek şer û pevçûnan de hevbeş bûn, dikarin bibin beşek ji lawazkirina Komara Îslamî ya Îranê.

Ted Cruz banga biçekkirin û piştgirîya çekdarî ji bo opozîsyona Komara Îslamî kir got, ew dikarin ji bo lawazkirin û hilweşandina hikûmeta Îranê rol bibînin.

Ted Cruz roja Înê êvarê di hevpeyvînekê di Fox News de got ku hikûmeta Amerîkayê di destpêka vê salê de li ser çekdarkirina dijberên Komara Îslamî, bi taybetî Kurdan, axivîbû, lê ji ber dijberîya Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ev plan hate hilweşandin.


Cruz got, ku Kurd di gelek şer û pevçûnan de hevalbendek pir dilsoz ê Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê bûne û piştgirîya wan dikare bibe beşek ji stratejîyek guncaw, ji bo rûbirûbûna bi Komara Îslamî re.

Senatorê Komarî got, ku Komara Îslamî di 47 salên borî de li dijî Amerîkayê şer kiriye û armanca siyaseta Amerîkayê divê hilweşandina rejîmê be.

This item is part of
XS
SM
MD
LG