Baroyên Tirkîyê ev demek e derbarê daxuyanîyên bi Kurdî ketine di nava gotûbêjên nakokbar de.
Gotûbêjên baroyan bi axaftina Umît Kocasakal ya ji bo seroktîya Baroya Stenbolê hat hilbijartin destpê kir. Kocasakal di rojên borî da ser gotinên bi Kurdî yên di malpera Baroya Stenbolê da bertek nîşan dabû.
Wî bi Tirkî gotibû "Baroya Stanbolê", ez dipirsim ji hevkarên xwe, ew cîh li kû ye, ew kîjan sazî ye?’’
Li ser gotinên Kocasakal, nîqaş çêbûn ku ka daxuyanîyên bi Kurdî dijî qanûna bingehîn ya Tirkîyê ne yan ne.
Baroya Diyarbekir îro Çarşemê bi Kurdî û Tirkî ragihand ku bi daxuyanîyên bi Kurdî qanûna bingehîn ya Tirkîyê binpê nabe.
Wê baroyê dîyar kir ku her çiqas xala 3'emîn ya qanûna bingehîn dibêje Tirkî zimanê fermî yê Tirkîyê ye, ew rê li ber ziman û daxuyanîyên baroyan nagire.
Li gor daxuyanîya baroyê, zimanê dewletê û zimanê gelên li welêt dikarin ji hev cihê bin ku ev rewş hema bêje li hemû welatan heye.
Baroya Diyarbekir bi bîr xist ku Serokomarîya Tirkîyê îsal di Xelatên Mezin ên Çand û Hunerê de Xelata Wefayê da Ehmedê Xanî û dîyar kir ku ew gaveke watedar e ji bo soza welatîbûnê.
Di daxuyanîya Baroya Diyarbekirê de hate gotin ku daxuyanîyên bi Kurdî yên baroyan rewa ne û hiqûq jibo maf û azadîyan tevdigere, ne jibo qedexekirina zimanan.