Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sala 2015an Sala Kuştin û Qedexa Ser Kurdan Bû


Rewşa Bajarên Kurdan li Tirkiyê

01.01.16 Qedexa li ser Sur, Silopî û Cizîrê didome. Îro jî li Silopî sivilek hat kuştin. Navê wî Omer Yılmaz e û 64 salî ye. Ligorî agahiyên cinarê wî zilam dema ku dixwaze êm(alif) biden ajalên xwe topeka tanqê li mala wî dikeve. Perçeyek şarapnel li zikê wî dikeve. Jiber ku negihîştiye nexweşxanê jiyana xwe jidest dide. Şemsedin Kaya cîranê zilamê hatî kuştin, weha behsa bûyerê dike.

İdê Acar li taxa Barbarosa Silopî dibêje rewşa wan pir xerab e û neha ciyê ku lê dimînin di bin avê de maye. Ew dibêje rewşa zarok û nexweşan pir xerab e û di şûna xwarinê de nane hişk ter şil dikin û didin zarokan.

Keça wê Helima jî dibêje çima kes bi hewara wan nayê û behsa rewşa ku dijîn na kin.

Di sala 2015î de li herêmê 54 caran qedexa derketina kolanan li 18 navçeyan bajarên Kurdan hat ragihandin.

Li van navçeyan 259 roj qedexe hebû. niha li şeş taxên Surê, li sernaserê Silopî û Cizirê qedexe didome.

Parlamneterê HDPê yê Ruhayê İbrahim Ayhan, bi pirsiyarnameyek ji Serokwezir dexwaza bersiva çend pirsan kir. Ayhan destnîşan kir nêzî 130 sivîl di qedexey, de ji aliye hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin. Wê derbarê tu hêzek ewlehiyê de lêpirisn were destpêkirin li ser kuştin û birindariyan de.

Hûn dikarin di fayla deng de gohdariya rûniştvanên Silopî bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:48 0:00

XS
SM
MD
LG