Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexekirina Partî û Saziyên Kurdan li Tirkiyê Tektîke Yan Stratejî?


Arşîv: Partiya Azadiya Kurdistan(PAK)
Arşîv: Partiya Azadiya Kurdistan(PAK)

Di rojên derbazbûyî de li Tirkiyê partiyên Kurdan yên peyvên "Kurd û Kurdistan" di nav û bernameyên wan de heye tên qedexe û dadgeh kirin.

Partiya Azadiya Kurdistan PAK bi biryara dadgehê hat qedexekirin û niha doz li dij partiya Sosyalîsta Kurdistan PSKê tên vekirin bi armanca girtinê.

Heriwa girtin û dadgehkirina siyasetvan, rojnamevan û çalakvana li Tirkiyê zêde bûye, ji bilî ku bi dehan endam û parlamenterên HDP di girtîgehan de ne.

Wahid Ada Siyasetvanê Kurd li Tirkiyê
Wahid Ada Siyasetvanê Kurd li Tirkiyê

Ev girtin û binçavkirinên li Tirkiyê dibin sedema rexne û şermazearkirinan ji aliyê welatên Yekêtiya Ewrupa û saziyên parastina mafên mirovan .

Di raportên navnetewî de tê diyarkirin ku êdî li Tirkiyê demokratî lawaz dibe û azadiya raman û rojnamegerîyê jî tê binpêkirin.

bernama "Hello Washington" derbarê pirsgirêkên girtin û qedexekirnên li Tirkiyê mêhvandariya her yek ji birêz Wahîd Ada Rêvebirê Partiya Azadiya Kurdistan PAK û birêz Bayram Bozyel yek ji serkirdeyên partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK kir.

Bayram Bozyel, Yek ji Serkirdeyên PSKê
Bayram Bozyel, Yek ji Serkirdeyên PSKê

Pêşî birêz Ada got"Tirkiye bi vê siyasetê dixwaze destkeftiyên Kurdan yên heta niha bidest xistine yeku yeku ji dest wan bigire".

Herweha birêz Bozyel got"derbarê girtina partiyên Kurdan li Tirkiyê du aliyên wê hene yek alîyê qanûnîye û aliye din siyasîye, pirsa qanûnê ewe ku destura Tirkiyê her tiştê girêdayî Kurd û Kurdistanê qedexe dike, lê li gor rewşa siyasî siyasetê tê guhertin, ev qanûn car caran bi nermî tên nişandan".

Hello Washington 22 02 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:00 0:00

XS
SM
MD
LG