Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Komîsyona Çareserîyê li Parlamenta Tirkîyê Hate Pejirandin

Parlamenta Tirkîyê
Parlamenta Tirkîyê

Parlamenta Tirkîyê raporta hevbeş a Komîsyona Yekîtîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê, ku pêşniyarên partîyên siyasî li ser pêvajoya çareserîya pirsgirêka Kurd dihewîne, bi piranîya dengan pejirand.

Raport roja îro Çarşemê di civînekê de ku bi serokatîya Serokê Parlamentê Numan Kurtulmuş pêk hat, bi 47 dengên “erê”, du “na” û yek “bêalî” hat pejirandin.

Mihmet Kamaç, parlamenterê DEM Partî, derbarê derbaskirina raportê ji Dengê Amerîka re got ev gav "ji bo çareserîya pirsgirêkan û serkeftina pêvajoya aştîyê û civaka demokratîk, em wekî gaveke girîng dibînin."

Kamaç got, derbaskirina raportê "Her çawa be, raporta komisyonê ne encamek e, ev destpêkeke nû ye, ev destpêk jî bi rastî ew pirsgirêkên heta niha hatine jiyankirina krîzên heta niha hatine jiyan kirin, ser û sedemên wê pirsgirêka Kurd e. Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ji vir şûn de dê krîz dîsa berdewam bibin."

Di raportê de tê gotin ku qonaxa herî girîng a pêvajoyê danîna çekan ji alîyê endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve ye, û divê ev qonax ji alîyê yekîneyên ewlehîya dewletê ve were destnîşankirin û piştrastkirin.

Li gor raportê, tunekirina çekan dê ne tenê dawîyê li tundûtûjiyê bîne, lê di heman demê de dê bibe destpêka çarçoveyeke nû ya qanûnî û siyasî.

Kamaç dibêje ku dewlet di çarçoveya "pirsa terorê" de nêzîkî pirsa Kurd dibe û ev jî pirsgirêkek e ku divê di raportê de hin tişt hatibana zelalkirin.

Kamaç wiha dibîne ku her çende pêvajo li gor Kurdan û DEM Partîyê nameşe, "Lê ev destpêka çareserîyê ye, heta niha pirsa aştîyê ketîye rojevê, piştî erêkirina raportê pêvajoya aştîyê dê were gotûbêjkirin."

Siyasetvan û Parlamenterê DEM Partî Mehmet Kamaç
Siyasetvan û Parlamenterê DEM Partî Mehmet Kamaç

Derbarê helwesta li hember gotinên Devlet Bahçelî, Kamaç got "heta niha ti gotineke wî bicih nehatîye û em ji sînorê gotinan derbas bûne, divê piştî raporê pêngavên şênber werin avêtin."

Raporta komisyonê diyar dike ku piştî bêçekkirinê hewcedarîya rêziknameyeke qanûnî heye ku pêvajoyê bi awayekî berfireh birêve bibe û bingeha siyaseta demokratîk xurt bike. Di beşa pêşniyaran de tê gotin ku qanûn divê şert û mercên vegerandina kesên ku çek berdane berçav bigire û pirsgirêkê bi tevahî veguhezîne çarçoveyeke qanûnî û siyasî.

Herwiha, di raportê de li ser “mafê hêvîyê” jî nîqaş hat kirin. Raport pêşniyar dike ku qanûna sepandina cezayan li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrupa, Dadgeha Destûrî ya Tirkîyê û peymanên navneteweyî werin nirxandin.

Di raportê de tê pêşniyarkirin ku cezayên girtîyên nexweş û temenmezin werin paşxistin û mekanîzma paşxistina cezayan ji nû ve werin nirxandin, û mafê jiyanê weke mafê herî bilind ê mirovahîyê li ber çavan were girtin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG