Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efkan Ala Dibêje Komîsyona Aştîyê dê Nêzîk Dest bi Kar Bike

Efkan Ala, Cîgirê Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP)
Efkan Ala, Cîgirê Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP)

Cîgirê Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Efkan Ala ser prosesa aştîya Tirkîyê got ku ewê li parlemanê komîsyoneke nû çêbibe.

Ala di bernameyeke televizyona Haberturkê de dîyar kir ku ewê komîsyon di demeke nêz de dest bi karên xwe bike.

Wî got "Xebatên li qadê didomin. Ti rawestan tune ye. Em wisa dibînin ku ewê mijar zû çareser bibe, em xebatên xwe didomînin."

Karbidestê AKP'ê dîyar kir ku di vê prosesê da divê ew ji nakokîyên rojane dûr bisekinin û karên xwe bikin.

Ala got ku 87 mîlyon welatîyên Tirkîyê hene û ew dixwazin bi xurtkirina biratîyê barê li pişta welêt sivik bikin.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan şanda Îmralî ya DEM Partî.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan şanda Îmralî ya DEM Partî.

Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş gotibû ku ewê komîsyona ser şopandina pêvajoyê bi vebûna meclîsê re dest bi karên xwe bike.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jibo pêşveçûna pêvajoyê dixwaze ku statuya Serokê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan were zelalkirin.

Parlemanterên DEM Partî dibêjin her çiqas Ocalan di girtîgeha Îmralîyê da derbazî cîhekî nû bûye jî ew nayê wê wateyê ku bo wî statuyek hatiye dayîn.

Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî di rojên borî da gotibû mafê Ocalan e ku di prosesa Tirkîyeya bêteror da bibe kordînatorê sîyasîbûnê.

Bahçelî dîyar kiribû ku ew jibo pêşveçûna pêvajoyê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoan re tevdigerin.

Pêvajoya nû ya Tirkîyê, Cotmeha 2024'an bi banga Bahçelî re destpê kiribû û Ocalan Sibata 2025'an bang li PKK'ê kiribû ku çekan berde û xwe hilweşîne.

Qanûna çarçoveyî ya Tirkîyê, ku Tebaxa 2026'an hate erêkirin, pêşbînî dike ku piştî piştraskirina berdana çekan, mekanîzma ser rewşa endamên rêxistinê bixebite.

This item is part of
XS
SM
MD
LG