Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurtulmuş Dibêje Tirkîya Bêteror Projeya Herî Mezin a Sedsala Nû ye

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş û Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan
Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş û Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş got ku ewê terorê tevî hemî bandorên wê ji rojeva welêt rakin.

Kurtulmuş îro Pêncşemê di bernameyeka serokomarîyê de dîyar kir ku ew pêvajoya Tirkîyeke Bêteror bi awayekî serketî didomînin.

Kurtulmuş got, "Çawa ku teror di sedsala yekê ya Tirkîyê da kêşeya herî girîng bû, ez bê ku lê zêde bikim dibêjim, Tirkîyeya Bêteror jî di vê sedsalê da projeya herî mezin ya welêt e."

Wî dîyar kir ku ewê di vê planê da bi ser kevin û encamên erênî bi dest bixin.
Kurtulmuş bi bîr xist ku jibo Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) were qedandin berê jî gelek hewildan çêbûne, lê ti encam bi dest neketine.

Serokê Parlemanê bê ku bi nav bike dîyar kir ku helwesta Serokê PKKê Abdullah Ocalan kiriye ku pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe.

Kurtulmuş da zanîn ku ewê di rojên pêş de li parlemanê komîsyoneke çavdêrîyê çêkin û ewê pêvajoyê kontrol bike û bişopêne.

Wî dîyar kir ku ew di du salan de hatine vê astê û ew hêvî dike ku qonaxên din zûtir çareser bibin.

Pêvajoya nû ya Tirkîyê, Cotmeha 2024an bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî re destpê kiribû.

Ocalan jî Sibata 2025an bang li PKKê kiribû ku çekan berde û xwe hilweşîne.

Qanûna çarçoveyî ya Tirkîyê, ku Tebaxa 2026an hate erêkirin, pêşbînî dike ku piştî piştrastkirina berdana çekan, mekanîzmaya ser rewşa endamên PKKê bixebite.

This item is part of
XS
SM
MD
LG