Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari got komîsyona ser çavdêrî û şopandina pêvajoya aştîyê dibe ku meha pêş çêbibe.
Hatîmogullari di bernameya KOZA TV de dîyar kir ku wê ew agahî ji Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş Sitandiye ku duh Çarşemê serdana DEM Partîyê kiribû.
‘’Me ji birêz serok, dema avakirina komîsyonê pirsî. Bersiva wî wisa bû: Bi îhtimaleke pir mezin, komîsyon wê serê meha pêş ava bibe.’’
Wê dîyar kir ku ew jî dixwazin ku komîsyona ser şopandin û kontrolkirina peyvajoya bê ku dereng bikeve çêbe.
Hatîmogullari got ku ew bala xwe didin ser temsîlkirinê û ew dixwazin ku hemî partîyên komên wan li meclîsê hene û tune ne pirrengîyekê bidin komîsyonê.
Di demên dawî de bo prosesa aştîyê ya nû îdiayên ser xitimîna wê ketibûn rojeva Tirkîyê.
Jêderên hikûmeta Tirkîyê dibêjin pêvajo bêrawestan didome û ew di vê sedsalê de projeya herî mezin ya dewletê ye.
Kurtulmuş vê hefteyê ser avakirina komîsyonê serdana partîyan berdewam dike.
Cîgirê Serokê Koma Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Abdullah Guler do Çarşemê piştî serdana Kurtulmuş got ku ew niha nikarin ser komîsyonê tiştekî bêjin, lê ewê di rojên pêş de hin hûrgilîyan bidin.