Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hibijartinên 1ê Mijdarê û Paşeroja Tirkiyê


Tirej New
Tirej New

Nizîkî 54 Milion kesan mafê dengdanê di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de heye, yên ku, dê roja Yekşemê pêkbên.

Abdulah Demirbas
Abdulah Demirbas

Ev hilbijartin hatin biryardan, piştî AKP partiya desthilatdar li Tirkiyê di hilbijartinên beriya 5 mehan, li 7î Hezîranê de dengên xwe kêm kir bûn û partiya nizîkî kurdan HDP bendava hilbijartinan jibo cara yekê di hilbijartinên Tirkiye de derbas kir bû, zêdetirî 13% ji dengan bidest xistin bûn.

Encamên hilbijartinên 7î hezîranê bibû sedem ku, partîya Erdogan nikarî bû biserê xwe hikûmetê ava bike, wê rêjeya 40.6% ya dengan bidest xist bûn, pêwîstiya wê bi 18 kûrsiyên hebû, heta bikarî ba, biserê xwe hikûmetê ava bike.

Di navbera hilbijartinên 7î hezîranê û yên dê, roja yekşemê pêkbên, gelek alozî û guherîn li Tirkiyê peyda bûn, bi taybet piştî teqînên Siruc û Enqerê Tirkiye ber bi kaosekê ve diçe.

Nivîskar Îbrahim xelil Baran
Nivîskar Îbrahim xelil Baran

Partiya desthilatdar AKP, plana xwe jibo hind guherînên siyasî û makezagûnî amdekirbû, lê geşbûna partiya HDP û derbaskirina bendavê û qezenckirina 80 kûrsiyên parlemanî, nexşeya AKP bi temamî têkdan.

Bernama Tirêj ya Dengê Amerîka pişka Kurdî, ji pêşkeşkirin û amadekirina Xalid Zaxoyî, bi mêhvanên xwe re her yek ji siyasetmedar û serokê berê yê Şaredariya Sora Amedê Abdullah Demibaş û Nivîskar Îbrahîm Xelîl Baran vê mijarê gotûbêj dikin.

Hûn dikarin di faila deng de ya li jêr gûdarîya hemû bernamê bikin:

bernameya Tîrêj
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:42 0:00

XS
SM
MD
LG