Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd xwenîşandanan li Îranê diken


Iran
Iran

Komelêt hevrik li Îranê dibêjin xelkê Herêma Kurdistanê li Îranê grêveka giştî girtîye li dijî li sê daredana 5 xebatkarêt hevrik ji layê hikumetê ve kû 4 ji wan Kurd bun.

Komelêt hevrik dibêjin roja Pêncşembî piştevaniyeka berfireh li daxaza wan bo grêvê hatiye kirin û wêne u vîdiyoyêt kû dibêjin yêt dikanêt dahixstî û cadêt vala belav kirin.

Peyvdarê partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Parîsê, Xosro Ebdulla dibêjit girêva giştî li bajêrêt Kurdî, Senedac, Mehabad, Seqiz, Bokan, Kamyaran û Nexede hatne kirin.

Peyvdarêkê komeleka dî ya Îranî (Komîta berevanî li girtîyêt sivîl û siyasî) gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka kû hikumeta Îranê hêşta hêz hinartîne parêzgeha Kurdistanê bo kontrol kirina destûdarî.

Îranê her 5 kes tawanbar kir bon bi peywendîyê digel komelêt hevrik yêt çekdar û dest hebunê di peqînan de. Komela mafêt mirovan Amnesty International, Lê xweşbona Navneteweyî got sê ji wan xebatkaran hatbune eşkence dan û zorî li du ji wan hatbu kirin bo şahidî danê.

Yêketiya Ewropî roja Pêncşembî di belavokekê de li sê dare dana wan 5 kesan bi tundî tawan bar kir. Yêketiya Ewropî mixabin ya xwe diyar kir beramberî weku ew dibêjîtê berdewam buna Îranê liser danana hukmê Îdamê liser

Yêketiya Ewropî herwesa rijdî li Îranê kir ku dem u dest hikumêt li sê dare danê ku hêşta ne hatîne cê bi cê kirin rawestînit hikmekî bidet liser du xebatkarêt dî (Zeyneb Jelalyan û Husên Xezrî) ku bi dijminêt Xudî hatîne tawan bar kirin.

Malpera komela hevrik, Dengê Azadiyê ya bizava Kesk dibêjit keseyatiya mezin ya rikeberyê Mehdî Kerubî mixabin ya xwe diyar kir beramberî li sê dare dana 5 girtiya û bi nerewa da nasîn.

Ajansa peyaman IRNA ya dewletê her çar xebatkarêt Kurd bi peywediyê digel komela serhelda ya Kurdî PJAK tawanbar kirin. Îran, Komela PJAK bi komeleka tiroîstî dete nasîn.

XS
SM
MD
LG