Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyona Amerîkî û Kurdan de 70 Dîl ji DAIŞê Hatin Azad Kirin


Karbidestên leşkerî Amerîkî dibêjin, di operasyoneke hevbeş ya Amerîkî û Kurdên Îraqê de 70 kesên dîlgirtî hatin azad kirin.

Karbidest didine zanîn ku di wê operasyonê de dîlên ku li zindaneke DAIŞê girtîbûn, hatin rizgar kirin.

Pentagon dîyar dike, di operasyonê de endamekî hêzên Amerîkî jî hate kuştin, lê nasname wî kesî nehat eşkere kirin.

“Piştî ku agahîyên taybet giheştin ku îhtîmal heye kesên girtî bêne qirkirin, me biryara wê operasyona rizgarkirinê da. Di operasyonê de 70 kes hatin azad kirin, lê leşkerekî Amerîkî jî jîyana xwe hinda kir,” daxuyanîya Pentagonê got.

Peyamhinêra Dengê Amerîka Carla Babb ji zarê karbidestekî bilind yê Pentagonê ragihand ku operasyona bi tevlîbûna bi dehan şervanên Amerîkî û Kurd bi kordînasyona Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hat.

Heman jêderê Amerîkî da zanîn ku di encama operasyona hevbeş de îstixbaratên girîng li ser rêxistina tundrê DAIŞ jî hatin destxistin.

XS
SM
MD
LG