Ev çend roj in rewş li bajarê Qamişlo ne arame û ji pevçûnîn bi çekên sivik di navbera rejîm û Asayîşê de derketiye holê.
Piştî hewilên rejîmê ku sîvîlan bigire û wan bibe tevlî nav artêşa xwe bike, Asayîşa Rojava hêza xwe li kolanên sereke belav kir û di encamê de pevçûn derketin û endamekî Asayîşê birîndar ket.
Di bûyeran de, herwiha nêzîkî 30 endamên rejîmê ji alîyê Asayîşê ve hatin girtin ku berpirsekî mezin yê leşkerî jî di nav wan de ye.