Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdan Ozturk: Gelê Kurd Daxwaza Yekîtîya Netewî Dike


Ozturk: Eger Yekîtîya Netewî Hebuya Ne Dikarîn Efrîn Ne Jî Kerkûk Dagir Bikin????

Piştî operasyona Tirkîyê ya ser Bakurê Surîyê ku piranîya gerûniştvanên wê heremê Kurd in, di nava Kurdan de banga “yekîtîya netewî” bilind bû.

Partî û rêxistinên sîyasî yên Kurd dixwazin bi armanca yekîtîya netewî bicivin, lê dîrok hîn zelal nebûye.

Hevserokê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agirî yê Berdan Ozturk got ku ji her demê zêdetir pewîstî bi yekîtîya netewî ya Kurdan heye.

“Ev demeke dirêj e ku hem li dijî Kurd ên bakur û yên Rojava êrîş berdewam dikin. Em dibînin ku li Rojava statuyek hatiye ava kirin û êrîş ser wê ye jî. Herwiha li Başûr jî ev yek wiha ye. Îro parlamaentoya Îraqê dixwaze qanûna bingehîn biguherîne. Bi vê yekê tê xwestin ku statuya Kurdan ji destê wan were sitandin.”

Ozturk got ku Kurd ji her demê zêdetir xwedî hêz in, lê divê ew hêza xwe bikin yek.

“Eger îro yekîtîya gelê Kurd hebûya ne dikarîbûn Efrîn dagir bikirana, ne jî Kerkûkê. Yekîtî jibo gelê Kurd pêwîst e da ku em sed salên din hinda nekin. Ev daxwaza gelê Kurd e.”

Ozturk dîyar kir ku xebatên jibo yekîtîya netewî û kongreyeke netewî berdewam dikin.

“Ger yekîtîya netewî were ava kirin, ewê gelek pirsgirêkan çareser bike û pêşî li êrîşên tund bigire.“

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG