Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Besam Mistefa: Ez bi Wergerê Piran di Navbera Zarava Kurdmancî û Soranî de Ava Dikim


Di zincîra taybet de ji bernama Deng û Reng di derbarî zimanê Kurdî û beşên jiyanê de, di vê xelekê de em ê balê bikşînin ser xebatên wergerî di navbera herdû zaravên Kurdî de, ku di çend salên dawî de destpê kirye ser destê hin nivîskarên kurd mîna mêvanê me nivîskar û wergêre Besam Mistefa.

Besam Mistefa di sala 1977'an de li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Zaroktiya xwe li Cimayê ya ser bi bajarê Qamişlo ve derbas kirye.

Di sala 2003'an de beşê wêjeya Îngilîzî li zanîngeha Helebê bi dawî kirye.

Di sala 2006'an de derbasî başûrê Kurdistanê bûye û li wir bi cî bûye.

Nivîs û gotarên Besam di gelek rojname û malperên kurdî de hatine weşandin.

Di heman demê de ew endamê desteya nivîskarên kovara werzî Hawara Nû ye.

Besam endamê Komîteya Birêvebir ya Kombenda Kawa ya Çanda Kurdî ye.

Di sala 2011'an de, Besam dest bi kurmancîkirina berhemên ji zaravê soranî kir.

Wergerên Besam:

M-çîrok, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta, 2011.

Xewna Pîrepindan, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta, 2011.

Jineke Xinanî, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta, 2012.

Êvara Perwaneyê, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta, 2012.

Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta, 2013.

Piyale ji bîr dikin min vexwin, helbest, Çinar Namiq, Weşanxaneya Ronahî.

Gulên Şoran, roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta, 2012.

Hotêl Europe, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta, 2012.

Em li vir in, çîrok, Beroj Akreyî, Weşanxaneya Avesta, 2012.

Santiago de Compostela, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta, 2013.

Balindeyên Li Ber Bê, roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta, 2013.

Qesra Balindeyên Xemgîn, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta, 2014.

Segwer (Reyîn), roman, Mihemed Mukrî, Weşanxaneya Avesta, 2015.

Hinara Dawî ya Dinyayê, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta, 20017.

Besam Mistefa ne tenê wergêr e, lê belê ew helbestavanekî dilsoz e jî, ku ji ber xemxuriya zimanê kurdî, bi her awayî zimanê xwe dide pêş û xwe pê şîrove dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:34:04 0:00

XS
SM
MD
LG