Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ibrahîm Xelîl: Zimanê Kurdî Beşek e ji Kelepora Cîhanê Ye


Di vê zincîra taybet de ser zimanê Kurdî û kêşeyên wê, emê bi nivîskar û lêkolîner Ibrahîm Xelîl re ser beşê zanista "etîmolojî" anku koka ziman biaxivin.

Ibrahîm Xelîl li bajarê Hesekê ji dayik bûye û ji zaroktîya xwe ve guhdan bi xwendin û nivîsinê kiriye.

Xelîl di sala 1999 'an de xwendina wêjeya Fransizî li zanîngeha Helebê qedand. Ji sala 2002'an ve, li dîbistanên bajarê Hesekê, ta destpêka şerê Sûriyê di salal 2011'an, wek mamostayê zimanê Fansizî xebitî.

Li kêleka zimanê wî yê perwerdê yê Erebî û serkeftina wî tê de, ew bi zimanê Kurdî, Fransizî û Îngilîzî şareza ye.

Xelîl di sala 1997'an de, bo şagirt û hezkirîyên zimên, dest bi fêrkirina zimanê Kurdî kir.

Wî bi dehan gotar û kurteçîrok bi her sê zimanan nivîsandine.

Xelîl piranî bala xwe daye ser warê "etîmolojî" û li ser koka zimanê Kurdî kar kiriye.

Ew niha ferhengekê amada dike û herwiha gotar li ser vê mijara girîng dinivîse.

Berhema wî ya dawî di warê wergerê de : "Zordestname" ya nivîskarê Ereb, Ebdilrehman El-Kewakibî ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:24:15 0:00

XS
SM
MD
LG