Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwanên Kurd di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de li Beyrûtê Amade Bûn


Dîmenek ji konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Beyrûtê.
Dîmenek ji konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Beyrûtê.

Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê di bin diruşma (Ciwan û Avakirina Siberojeke Azad) de, di rojên 8 û 9'ê Hezîranê de li paytexta Libnanê Beyrûtê, pêk hat.

Nasir Nasiro, endamê komîteya amadekar ya konferansê ji Dengê Amerîka re da zanîn ku 23 tevger û rêxistinên ciwanan yên ji 15 welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê di konferansê de beşdar bûn.

Nasir Nasiro.
Nasir Nasiro.

"Ji Bakur û Rojhilata Sûrîyê herwiha Sûrîyê jî, 5 rêxistinên ciwanên Kurd, Ereb, Ermen û Siryanî, tev konferansê bûn, dozên em li Rojhilata Navaîn dijîn bûne rojeva konferansa me, ku ciwan bi van mijaran re rûbirû ne, herwiha behsa wê yekî jî hate kirin; Ciwan dikarin çi bikin?" Nasiro got.

Ciwanan di her du rojên konferansê de mijarên herêm pêre rûbirû ye nîqaş kirin, weke, krîza Rojhilata Navîn û bandor û encamên wê, di nav de, komkujiya gelan, pirsgirêkên aborî, koçberî û guhertina demografîk, herwiha krîza avhewayê û wêrankirina xwezayê, pirsgirêkên jinên ciwan di civakê de, nêzîkatiyên otorîter li hemberî ciwanan, tundîya dijî jinê û fanatîzm.

Hîwa Reşîd ciwanekî ji Herêma Kurdistana Îraqê ku beşdarî konferansê bûye. Wî bal kişand ser girîngîya hişyarîbûna ciwanan û tevlêbûna wan di sîyasetê de jibo pêkanîna guhertinê di civakê de.

Hîwa Reşîd.
Hîwa Reşîd.

"Girîngîya vê konferansê ne tenê ku behsa pirsgirêkan kir, lê axaftin li ser çareserîyan jî hate kirin, ew derfetek bû ku peywendîyê ligel ciwanên ji hemû Rojhilata Navîn bikin, çawa ciwan karibin hişyarîbûna xwe pêş bixin, çimkî hişyarîbûn şoreşê çêdike û guhertinê pêk tîne", Reşîd got.

Hêjayî gotinê ye ku konferans ji alîyê Însyatîva Ciwanên Rojhilata Navîn ve hate birêve birin. Ev însyatîv sala 2014'an hatiye damezrandin.

Di sala 2015'an de li bajarê Amedê, di 2018'an de li bajarê Silêmanîyê û di 2019'an de jî li bajarê Kobanê, her sê konferansên berê yên vê însyatîvê hatibûn lidar xistin.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG