Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan Dibêjin Şoreşa Kezîyê Şoreşa Jinê Ye

Di rojên dawî de, trendek li ser torên medya civakî destpê kiriye, wekî bertek hember vîdyoyekê. Di vîdyoyê de mêrekî Ereb, ku xwe wekî leşkerekî Sûrî dide nasîn, kezîyekê digire û dibêje ku ew kezîyê "heval" e. Mebesta wî jî şervaneke Kurd e.

Ev trend wiha belav bûye ku bi hezaran jin û keç tê de beşdar in. Heta bi bavan jî porê keçên xwe dihûnin û dikin kezî. Peyam jî ev e: "Kezîyekê bibirin, emê bi hezaran kezîyên din bihûnin."

Avan Caf, çalakvanek ji Rêxistina “Me” ya geşepêdanê, bawer dike ku ev trend "şoreşeke xwezayî ya jinê ye."

Caf ji Dengê Amerîka re got, "Vê şoreşê di tevgera femînîst a li Kurdistanê de rê li ber pêşketineke mezin vekiriye."

"Vê şoreşê gelek astengîyên civakî şikandin. Keç û jinên me gelek caran nikarîbûn wêne yan vîdyoyên xwe li ser torên civakî biweşînin, ji ber ku malbatên wan nahêlin vê yekê ji ber egerên civakî bikin," wî da zanîn.

Xanim Caf herwiha got: Lê me di vê şoreşê de dît ku gelek mêr, wek bav, bira û hevjîn, porê keçên xwe dihûnin û bi serbilindî wêneyên wan diweşînin. Ev bi serê xwe guhertineke mezin e di civaka Kurdî de.”

Di dîrokê de, kezîyê jina Kurd sembola wêrekî û berxwedanê ye. Caf got, "Gelek caran hatiye gotin ku di dema pevçûnên eşîrî de, dema ku jinekê kezîyê xwe dianî pêş û tiştek pê ve girêdida, ew di lihevhatinan de rolek dilîst."

Çalakvan Avan Caf înkar nake ku hejmareke biçûk ji mamosteyên olî di dema alozîyên dawî yên li Rojava de li dijî şoreşa jinan û şervanên jin axaftinên nefretê weşandine, lê dibêje ku hinek mamosteyên din yên olî jî beşdarî vê kempeynê bûne.

Kesayetîyên naskirî û hunermendan jî di vê kempeynê de roleke mezin lîstine.

Ji bilî Kurdan, çend çalakvanên biyanî jî tevlî vê trendê bûne da ku piştgirîyê bidin Kurdan û li dijî biçûkkirina jinên Kurd.

XS
SM
MD
LG