Zanîngeha Newroz li Duhokê paneleke ser zimanê Kurdî û gefên navxweyî û derveyî yên ser zimên encam da.
Fazil Emer ser gefên derveyî axifî û got ku ew dewletên Kurd lê dijîn, nehêlane ziman werarê bike û bibe zimanê fermî loma zimanê kurdî di çarçoveke girtî de maye.
Dr. Ebdulwahab Xalid ser gefên navxweyî axifî û got ku nuke zimanê kurdî neketiye nav sazî zanîngehên zanistî û nekarîye ferhengeke zanistî çêke.
Hêjatî balkişandinê ye ku heta niha wezaret û akademîya Kurdî li Hewlêrê bo werar û parastina zimanê Kurdî ti planên stratejîk nînin lewra gefên navxweyî ji yên derveyî pirtir in.