Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Dê Desthilatên Xwe Dabeş Bike


Serokê Herêma Kurdistan Îraqê Mesûd Barzanî dê dema xwe ya serokatiyê Dirêj neke piştî serê vê mehê, li gor berpirsekî hikûmeta Herêmê.

Biryara barzanî tê çend hefteyan piştî lidarxistina referanduma serxwebûna herêmê ku bû cihê nakokî û kirîzeka siyasî û leşkerî di navbera Herêmê û hikûmeta navendî ya Îraqê de.

Berpirsê Kurd ji ajansa Reuters re got Barzanî Pilana parvekirina desthilata serokatiyê di nameyekê de, doh Şemiyê ji Parlemanê re şand.

Barzanî ji Parlemanê daxwaz dike ku desthilatên wî di nava hikûmet, Parleman û civata dadwerî de bên belav kirin.

Tê zanîn dema serokatiya Barzanî roja yekê meha bê bidawî tê, heman dema ku biryarbû hilbijartinên serokatî û parlemanî bên lidarxistin, lê hefteya borî hilbijartin hatin bişûnxistin bi sedema kirîza niha ya Herêmê.

Demekê berê îsal, Barzanî gitibû wî çi niyaz nîne beşdarî hilbijartinên meha 11an bibe.

Barzanî ji sala 2005an ve serokê herêma Kurdistanê ye. Hilbijartinên dawî yên serokatiya di 2009an de bûn ku Barzanî tê de serkeft.

Dema wî ya serokatiyê di sala 2013an de bidawî hat û du caran hate dirêjkirin.

Çavlirê ye ku Barzanî yê ji dayîk bûyê sala 1946an, axaftinekê pêşkêşî xelkê herêmê bike, berî bidawîhatina fermî ya dema serokatiya wî.

XS
SM
MD
LG