Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neçîrvan Barzanî: Pêşhatên Rojhilata Navîn Hem Metirîsdar û Hem jî Derfetin ji bo Kurdan

Britain Royals
Britain Royals

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, got ku pêşhatên Rojhilata Navîn qonaxeke nû ye li herêmê ku dikare hem metirsî û hem jî derfetê ji bo Kurdan biafirîne. Wî got ku ev qonax dikare rê li ber çareserkirina hin pirsgirêkên Kurdan li parçeyên cuda yên Kurdistanê veke.

Serokê Herêma Kurdistanê roja Duşemê, 12ê Cotmehê, di civîna 'MERI 2026 Forum' de got ku her parçeyek ji Kurdistanê li gor şert û merc û taybetmendiyên xwe dikare ji derfetên vê qonaxê sûd werbigire.

Barzanî amaje kire bandorên aborî û ewlehiyê yên pêşhatên herêmê û got ku mezintirîn metirsî li ser Îraqê dibe ku aborî be, ji ber ku aboriya welêt piranî bi dahatên petrolê ve girêdayî ye. Wî hişyar da, ku girtina Tengava Hormuzê dikare aboriya Îraqê bi awayekî cidî xerab bike.

Neçîrvan Barzanî: Erdoğan û Öcalan dixwazin pêvajoya aştiyê serkeftî be

Derbarê pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmeta Tirkîyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, Barzanî got ku hem Recep Tayyip Erdoğan û hem jî Abdullah Öcalan vê pêvajoyê bi cidiyet digirin û dixwazin serkeftî bibe.

Wî got ku dibe ku pêvajo hêdî pêşve here, lê her du alî jî dixwazin bi ser bikeve.

Barzanî, ji bo ravekirina guherîna atmosfera siyasî li Tirkîyê, amaje bi axaftina xwe ya bi Erdoğan re kir û got ku cîhan gelek guherîye.

Neçîrvan Barzanî: Divê mafên Kurdan li Sûrîyê di destûrê de bêne parastin

Barzanî derbarê rewşa Kurdan li Sûrîyê de got ku berpirsên Rojava ya Kurdistanê ew tişt kirine ku di şert û mercên niha de dikaribûn bikin.

Wî got ku modela Herêma Kurdistanê wek herêmek xweser ne dikaribû bi heman awayî li Rojava were sepandin.

Barzanî herwiha got ku bi baweriya wî, Serokê Sûrîyê Ehmed Şer‘e helwesteke dijî Kurdan tune ye. Wî diyar kir ku pirsgirêka sereke ew e ku mafên Kurdan di destûra Sûrîyê de bêne parastin û wek mafên pêkhateyên din ên civaka Sûrîyê bêne nasîn.

Barzanî herwiha amaje bi serdana şandeke Herêma Kurdistanê ya bo Sûrîyê kir û got ku di wê serdanê de gelek nîşanên kurdî hatin bikaranîn, ku li gor gotina wî peyameke erênî li hember Kurdan bû.

Barzanî: Partîyên Rojhilatê bi awayekî neberpirsiyarane tevgeriyan e

Di derbarê rewşa Îranê û aliyên kurdî yên dijberî Komara Îslamî de, Barzanî bi tundî rexne li tevgerên wan kir û got ku gelek caran bi awayekî neberpirsyarane tevgeriyane.

Wî got ku van tevgeran Herêma Kurdistanê xistiye nav şert û mercên zehmet. Her çend Herêmê gelek caran gotiye ku naxwaze bibe beşek ji şerê di navbera Îran û Amerîkayê de, lê hin aliyên kurdî ev helwest paşguh kiriye.

Barzanî bal kişand ku Îran cîrana Herêma Kurdistanê ye û divê axa Herêmê weke gef li dijî Îranê neyê bikaranîn.

Wî got ku ji rojên yekem ve helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di vê mijarê de zelal bûye û ji bo parastina sînoran hêz hatine şandin da ku Herêm nekeve nav şerî.

Barzanî got ku niha parastina Herêma Kurdistanê û sînorên wê li pêşya her tiştî ne.

Di heman demê de, wî got ku derfet jî ji bo Kurdên Rojhilatê Kurdistanê heye. Li gor gotinên wî, di civînên cûrbicûr de bi aliyên Îranî re pirsa Kurdan hatiye gotûbêjkirin.

Barzanî got dibe ku hêj pêvajoyeke wek pêvajoya aştiyê ya Tirkîyê li Îranê destpê nekir be, lê ev hizir hatîye behskirin.

Wî bal kişand ku divê aliyên kurdî û hikûmeta Îranê rêyekê bibînin da ku pirsgirêkên xwe bi awayekî aştiyane çareser bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG