Şeva borî lehîyeke mezin di encama barana zêde de taxên bajarê Hewlêrê dagirtin û di encamê de gencekî 28 salî û zarokekî 5 salî canê xwe ji dest dan, bi sedan mal û dukan di bin avê de man û ziyaneke mezin gihîşt milk û binesaziya bajêr.
Li ser van encaman, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw îro roja Yekşemê civîneke lezgîn encam da da ku bandorên vê karesatê gotûbêj bike. Xoşnaw di civînê de sersaxî li malbatên qurbanîyan kir û biryara pêkanîna komîteyeke lêkolînê da ji bo diyarkirina sedemên derketina lehîyê.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ji Dengê Amerîka re got, "Niha em di qonaxa duyemîn de ne. Qonaxa yekem tenê ji bo alîkarî û rizgarkirina welatîyan bû, ku di encamê de bi sedan welatî hatin rizgarkirin. Mixabin du welatîyan canê xwe ji dest dan; yek ji wan welatîyekî xwebexş bû ku şofêrîya traktorê dikir û xelk derbazî cihên ewle dikir, yê duyem jî zarokekî pêncsalî bû ku di nav otombêlê de ligel bavê xwe bû, otombêla wan bi ber lehîyê ket, bav hat rizgarkirin lê zarokî canê xwe ji dest da. "
Xoşnaw berdewam kir û got, "Niha di qonaxa duyem de, hemû timên me di amadebaşîyê de ne ji bo paqijkirin û vekirina rêyan, û paqijkirina mal û cihên welatîyan. Piştî vê yekê, komîteya me dê dest bi kar bike ji bo nirxandin û diyarkirina ziyanên ku gihîştine bajêr. Ev tenê zanyarîyên destpêkê ne ku diyar dikin rêjeyeke zêde ya baranê di demeke kurt de barîyaye û bûye sedema rabûna lehîyê."
Di çarçoveya hewldanan de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peywendîyeke telefonî de ligel Parêzgarê Hewlêrê ferman da ku hemû alîkarî û piştgirî ji bo malbatên ziyandîtî bêne dabînkirin.
Ji alîyekî din ve, Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî di peywendîyeke telefonî de ligel Parêzgarê Hewlêrê ji nêz ve rewşa bajêr û derdorê şopand û ferman da ku hemû rêkarên pêwîst ji bo rizgarkirina xelkê û parastina giyan û milkên welatîyan bigirin ber.
Herwiha di civîna parêzgehê de biryar hat girtin ku Odeya Operasyonên Hevbeş ji bo paqijkirina kolanan bê avakirin û Rêveberîya Karesatan bi hevkarîya Sazîya Xêrxwazî ya Barzanî hemû ziyanên madî tespît bike.