Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerîf Hejarî: Çaksazî li Herêma Kurdistanê Nabe Bêyî Desthelatên Modêrin yên Siyasî u Kargêrî


Şerîf Hejarî: Divêt hikumeta herêma Kurdistanê desthelata rast u dirust hebe li ser tavaya herêmê u data u amar li ber dest bin jibo dariştina sitratijîka qeyim ji rîformên aborî re.

Demeke rayedarên herêma Kurdistana Îraqê bernamê çaksaziyê li pêş xwe daniye li demê ku kirîza mûçeyê fermanberan bûye mezintirîn aloziya herêmê. Gelo hîvî heye hikumeta herêmê bernamê xwe cêbicê bike? Çima ew bername di çarçoveyê kirîza aborî de tê şirove kirin?

Di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka-VOA Şerîf Hejarî, xwendikarê diktorayê yê di warê diplomasiyê de li Birîtaniya dibêje, çaksazî li herêma Kurdistanê berevpêş naçe bêyî desthelatên modêrin yên siyasî u kargêrî.

Birêz Hejarî got jî her careka peywendiyên hikumeta herême digel hikumeta naved têkçon yan jî bihayê neftê hate xwarê, gutara çaksaziyê derdikeve holê. Ew bawer dike ku divêt hikumeta herêmê desthelata rast u dirust hebe li ser tavaya herêmê u data u amar li ber dest bin jibo dariştina sitratijîka qeyim ji rîformên aborî re.

Şerîf Hejarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:32 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG