Di rojên dawî de Amerîka û Îsraîlê bi berdewamî êrîşî hêzên rejîma Îranê kirine, di nav de baregehên hêzên Pasdarên Şoreşê yên li bajar û gundên Kurdistanê.
Li gor çavkanîyên Dengê Amerîka, hin ji van baregehan bi tevahî hatine wêrankirin.
Cihên ku bi mûşekan hatine armanckirin ev in:
Wirmê:
- Du bingehên polîsê bajarê Wirmê.
- Hêzên piyade yên bajarî ser sînor.
- Bingeha Pasdaran li gundê Nazlo.
- Bingeha Melîk Eştar.
- Bingeha Mehdî.
- Bingeha Hêzên Pasdaran.
- Bingehên devera Sêro Gûrdanî li nêzêk bajarê Rajan.
Sine:
- Fermandarîya Polîsê Şalman, li taxeke nêzîkî Radyo û Televîzyonê ya Sineyê.
- Bingeha hejmar 15 ya Polîs.
- Navanda Îtla’at a Tekiye û Çemen, ku pirtir ji %80 hatiye wêran kirin.
- Bingeha Şehrmferî ya hêzên Basîc.
- Bingeha Dadgeha Înqilab ya Sine li kolana Pasdaran.
- Yaneya Efseran li naversta bajarê Sine.
- Artêşa 28ê ku di navbera Sine û Merîwan dike.
- Bingeha Zerbet ya hêzên Pasdaranên Îmam Elî.
- Bingeha Îmam Elî.
- Bingeha Mihemed Resûl el-Leh ya di navbera Sine û Merîwan de.
- Hêzên Hesen Awa li taxên Biharan û Tazeye.
Şino:
- Wêrankirina Navenda hêzên Pasdaran di navbera Çiyahê Sipî Rêz û Kêleşîn de.
- Bingeha Şino-Gurdan ya hêzên Pasdaran.
Mihabad:
- Bingeha rêveberîya Îtla’atê ku tê zanin perpirsek digel 26 kesên din têde hatine kuştin.
- Bingeha (Kilantirî) ya polîsê taxa Piştaşanî
- Herî kêm 3 teqîn li bajarê Rewanser yê herêma Kirmaşanê çêbûn ku depoyên çekan têde bûn.
Bane:
- Avahîya Îtla’ata Îranê.
Kirmaşanê:
- Bingeha hêzên Pasdaran ku bi tevahî wêran bûye.
Seqiz:
- Baregeha Fermandarîya Hêza Ewlekarîyê.
Bokan:
- Avahîyên rêveberîya Itla’atê û navendeke fermandarîyê.
Serdeşt:
- Navenda Cund Allah li bajarokê Dawe.