Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê li Bexdayê Pêşwazîya Mesrûr Barzanî Dike

Barzani - Zaidi Meeting
Barzani - Zaidi Meeting

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Şemîyê bi serdaneke fermî gihîşte Bexdayê.

Ofîsa Ragihandina serokwezîrê Îraqê got ku Zeydî “Pêşwazîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandeya pê re kir.”

Daxuyanîya serokwezîrê Îraqê dibêje, “Di civînê de danustandin li ser rewşa welêt, herwiha mijarên teknîkî yên têkildarî dosyayên derîyên sînor û bicihkirina sîstema ASICUDA û kompanîyên petrolê li herêmê hatine kirin."

Barzanî û Zeydî tekezî li ser hebûna derfetên hevahengî û hevkarîya li ser asteke bilind di navbera hikûmeta federal û ya Herêma Kurdistanê de kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî û rakirina astangan û çareserkirina alozîyan li gorî qanûn û destûrê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser platforma X'ê seredan xwe ya du rojî ragihand û got, seredana wî bi mebesta danustandinan derbarî “ Çaresekirna aloziyan û xurt kirina hemahengî û havkarîyê ye.”

Barzanî di daxuyanîyekê de piştî hevdîtina bi serokwezîrê nû yê Îraqê re got, “Me tekezî li ser girîngîya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha rêzgirtina li destûrê Îraqê û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê kir.”

Zeydî di 2ê Gulanê de serdana Herêma Kurdistanê kirbû û li wir bi karbidestên payebilind re civiya.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê demê de gotibû, ku ew piştgirîyê dide serokwezîrê Îraqê Zeydî bi hêvîya ku “pirsgirêkên çaresernebûyî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrî bêne çareserkirin.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG