Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrişa Ser Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê


Li gor medyaya dewletê ya Îranê Pasdarên Şoreşa Îranê berpisyarîya êrişa ser Hewlêrê qebûl kirîye.
Li gor medyaya dewletê ya Îranê Pasdarên Şoreşa Îranê berpisyarîya êrişa ser Hewlêrê qebûl kirîye.

Karbidestên ewlehîyê yên Îraqî û Amerîkî dibêjin, ewro Yekşemê çend mûşek ber bi konsulxaneya Amerîkî ve li bajarê Hewlêrê li bakurê Iraqê hatin havêtin, û çend mûşek li avahiyê ketine.


Karbidestekî payebilind yê berevaniya Amerîkayê got raporên destpêkê dîyar dikin ku ti ziyanên leşkerî yên Amerîkî çênebûne.
Karbidestê ku nexwest navê xwe bêje, got hêşta ne diyar e ka çend mûşek hatine havêtin û li ku derê ketine. Her wiha ne diyar e ku zîyanên din hene yan ne.


Karbidestên ewlehîyê yên Îraqî dibêjin, ti agahî derbarê ziyanên canî ji ber êrîşa ku piştî nîvê şevê qewimî nîn e lê ziyanên madî li herêmê çêbûne.
Yek ji karbidestan got ku mûşekên balîstîk ji Îranê hatine havêtin, lê agahîyên zêdetir nedan.


Ev êrîş çend rojan piştî êrîşeke Îsraîlî li nêzîkî Şamê, Sûriyê ku du endamên Pasdarên Şoreşa Îranê hatibûn kuştin çêbû. Wezareta Derve ya Îranê êrîş roja Çarşemê bi tundî şermezar kiribû û soza tolhildanê dabû.
Televîzyona Kurdistan24ê ya ku li nêzîkî konsulxaneya Amerîkayê, piştî êrîşê ji stûdyoyên xwe weşan kirin û zîyanên hatîye avahîya televizyonê nîşan dan.


Daxuyaniyek ewlehiyê got ku Hewlêr roja Yekşemê "bi hejmarek mûşekan" hatîye armanckirin, û da zanîn ku hêzên ewlehiyê lêkolînê li ser bûyerê dikin û dê paşî hûrgiliyên zêdetir eşkere bikin.


Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Pasdarên Şoreşa Îranê ewro Yekşemê daxuyaniyek belav kirîye û berpirsarîya êrîşên mûşekî yên li dijî "navendên stratejîk" yên Îsraîlê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê, li bakurê Iraqê qebûl kirîye.

Daxuyanîyê dibêje her dubarekirina êrîşên Îsraîlê dê bi bersiveke tund, bi biryar û wêranker bihê bersivandin." Îsraîlê serê wê heftîyê du endamên Pasdarên Şoreşa Îranê li Sûrîyê kuştibûn.

XS
SM
MD
LG