Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani îro Sêşemê li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk, Mezlûm Ebdî, kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser platforma X'ê ragihand ku di hevditîna Barzanî û Ebdî behsa rewşa siyasî li Sûrîyê û pirsa Kurdî hate kirin.
Herwiha, herdu alîyan li ser girîngîya parastina ewlekarî û aramîyê li Sûrîyê û misogerkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan danûstandin kirin.
Berî civîna ligel Serokwezîr, fermandarê HSD'ê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kom bû.
Di civînê de, Barzanî û Ebdî li ser pêşthatên herêmê û girîngîya parastina aramîyê û rûbirûbûna gefeyên terorê rawestîyan.
Fermandarê HSD'ê spasîya serkirdayetîya Herêma Kurdistanê bo piştevanîya berdewam ya mafên Kurdan li Sûrîyê kir.