Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokatîya Herêma Kurdistanê Êrîşên Îranê Şermezar Dike

Presidency of the Kurdistan Region Logo
Presidency of the Kurdistan Region Logo

Serokatîya Herêma Kurdistanê îro Înê êrîşên li ser herêmê şermezar kirin û got ku ev êrîş binpêkirina serwerîya Îraqê ne.

Serokatîya Herêma Kurdistanê daxuyanîyek li ser platforma X'ê belav kir û ragihand ku “Êrîşên ser herêmê û destpêkirina şer, binpêkirineke mezin a serwerîya Îraqê ye.”

Ev daxuyanî piştî wê hat ku sîstema parastinê çend dron li esmanê Hewlêrê xist xwarê. Îranê êrîş birin ser bingehên Kurdên Îranê.

Di êrîşên Îranê yên li ser kampên Komeleya Zehmetkêşên Şoreşger a Kurdistana Îranê de 9 pêşmerge hatin kuştin.

Sekreterê Giştî yê Partîya Komeleyê Ebdullah Mohtedî, îro înê li ser platforma X'ê êrîşên Îranê yên li ser bingehên partîyê şermezar kirin.

Ev êrîş dibin di demekê de Îranê êrîşî keştîyên bazirganî yên Tengava Hormuzê û welatên Kendavê jî dike.

Amerîka ta niha şeş pêlên êrîşên bersivdayînê li dijî Îranê pêk anîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG