Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê li Iraqê Tom Barrack êrîşa li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir.
Balyozê Amerîkayê Tom Barrack di hesaba xwe ya platforma Xê de, got ku “êrîşa Îranê ya li ser heval û hevkarê me Kurd ê hêja, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û ofîsa wî li Hewlêrê, bi tundî şermezar dikim”.
Barrack tekez kir ku “Êrîşeke bi vî rengî li dijî hevalbendên me yên Kurd ên pêbawer nayê qebûlkirin û gefe li ser aramiya herêmî. Em ê van dijminatiyan qebûl nekin û tehemûl nekin.
Her wiha, Balyoz Barrack piştgiriya xwe ya tevahî ji Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeydî re anî ziman û got ku Washington piştgirî dide rêberiya wî ji bo vegerandina serweriya temam a Îraqê û misogerkirina hemû çek û hêzên ewlehiyê ku di bin desthilatdariya dewleta Îraqê de bimînin.