Serokê Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talabanî li ser rûniştina duh, roja Çarşemê a Parlemana Herêma Kurdistanê peyameke tund belav kir.
Wî di peyama xwe de ragihand ku ew bi tevahî d; ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê veki]in û destnîşan kir ku egerp;w'st be, ewê li herêma bin destê YNK’ê hikûmeteke din ava bikin.
Serokê YNK’ê îro Pêncşemê di peyameke vîdyoyî de got ku partîya wî ti encamên civîna duh a Parlemana Herêma Kurdistanê nas nake.
Talebanî got, "Biryara yekem a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê piştî vê bûyerê ew e ku em ji vê xulekê û pê de, ji vê hikûmeta şikestî ya ku ji xwe re dibêje hikûmeta Kurdistanê, vedikişin."
Serokê YNKê got, "Ev tê wê wateyê ku em ê hemû hêza xwe bi kar bînin da ku çi ji gelê me re li herêma me lazim be, ji wan re peyda bikin."
Talebanî di berdewamiya peyama xwe ya tund de got, "Em vê yekê nas nakin. Em ti hikûmet û ti postên ku ji vê civînê derketine nas nakin. Em we nas nakin. Hûn me neçar dikin ku em bersivê bidin."
Wekî nîşanekê ji bo herêmên bin desthilatdariya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê, wî ragihand û got, "Hûn li wir çi bikin, em ê jî li vir bikin; eger hûn serokê herêmê deynin, em ê jî serokê herêmê deynin. Eger hûn wezîran deynin, em ê jî wezîran deynin. Eger hûn serokê encûmena wezîran deynin, em ê jî serokê encûmena wezîran deynin."
Talebanî PDK tawanbar kir ku wekî her carê ji duh ve hêzên çekdar ber bi sînorê herêma li jêr kontrola YNK’ê ve şandine. Herwiha îdîa kir ku PDK darayî û hêza leşkerî ya Herêma Kurdistanê ji bo tirsandin û qezenckirina dilê wan heşt parlemanterên YNK’ê û alîyên din bi kar anîne, yên ku duh cudabûna xwe ragihandin û di berjewendîya PDK’ê de dang da.
Heta amadekirina vê nûçeyê, PDK ti bersiveke fermî neda ye.