Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Azadî: Li Hewlêrê Hewldanek ji bo Kuştina Kurê Husên Yezdanpena Hatîye Kirin

حسێن یەزدانپەنا د و کوڕەکەی
حسێن یەزدانپەنا د و کوڕەکەی

Karbidestekî Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) dibêje ku şeva borî li bajarê Hewlêrê gule li kurê Husên Yezdanpena serokê partîya wan hatine reşandin û xwestine wî bikujin.

Ew karbidest, ku nexwest navê wî eşkere bibe, ji Dengê Amerîkayê re got: "Şeva borî nêzîkî demjimêr 1:30, li bajarê Hewlêrê gule li Mukrî Yezdanpena hatine reşandin ku ew kurê serokê giştî yê partiyê ye.

Ji ber vê êrîşê ew bi giranî birîndar bûye, niha di nexweşxaneyê de ye û rewşa wî ya tenduristî nebaş e."

Karbidestî herwiha got ku "Kurê serokê partîyê, navê wî Mukrî ye, 27 salî ye û hêj hevjînî pêk neaniye.

Karbidestên partîyên Kurdî berê eşkere kiribûn ku Îranê hewleke mezin daye daku serokên partîyên Kurd ên Rojhilat teror bike. Ji bo vê armancê, Îranê çend kes şandine da ku di nav van partîyan de karek weha bikin.

Doh jî di daxuyanîyeke li ser torên civakî de, kesekî ku şêwirmendê fermandarê giştî yê artêşa Îranê ye diyar kir ku hêzên taybet li Silêmanîyê û Hewlêrê 14 operasyonên wek kuştin û revandina kesan kirine û vegerîyane xaka Îranê.

Heta niha karbidestên van partîyan ev gotinên karbidestê leşkerî yê Îranê piştrast nekirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG