Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistanê: Êrîşa Dronan a Nêzî Hewlêrê li ser Kampa Penaberên Rojhilat bû

Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê nûçeya êrîşeke bi dronan a li nêzî Hewlêrê piştrast kir û ragihand ku kampa penaberên Rojhilat a li Kewirgoskê hate armanckirin.

Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand ku şeva Pêncşemê 8’ê Cotmeha 2026’an, demjimêr 22:19’an, bi du dronan êrîş hate kirin ser kampa penaberên Rojhilat a li Kewirgoskê, ku bi ser navçeya Xebat a parêzgeha Hewlêrê ve ye.

Di daxuyanîyê de herwiha hat gotin ku "Bi kêfxweşî ve ti ziyanên canî çênebûn."

Berîya daxuyanîya Dijî Terorê, karbidestekî Sazîya Xebat a Kurdistana Îranê ji Dengê Amerîkayê re got ku bi rêya dronan êrîş li ser bingeheke wan a li Topzawaya Hewlêrê hatîye kirin.

Efsane Rehîmî, endama Komîteya Navendî ya Sazîya Xebat a Kurdistana Îranê ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku Êrîş hinekî berê niha bi du dronan birine ser bingeha Sazîya Xebat a li bajarokê Rizgarî ya li Topzawayê."

Heta amadekirina vê raporê, ti alîyan berpirsîyarîya vê êrîşê negirtîye ser xwe. Lê guman heye ku rejîma Îranê an jî çekdarên Ketaîb Hizbullah li pişt vê rûdanê bin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG