Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistanê bo Bexda Banga Agirbest û Dîyalogê Dike


Rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê bi daxuyanîyekê biryara rawestandina encamên referanduma serxwebûne da û bo Bexda banga ‘’agirbest û dîyalog’’ê kir.

Herêma Kurdistanê di daxuyanîyê de dîyar kir ku ‘jibo ew rê li ber belavbûna tundûtûjî û pevçûnan bigirin, divê bi berpirsîyarî tevbigerin.’’

‘’Di cengê de ewê her du alî jî bi ser nekevin û ewê welat ber bi bêîstiqrarî û kaosê ve here’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Rêvebirîya Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew amade ye ku li gor qanûna bingehîn ya Îraqê bi hikûmeta federal re hevdîtinan li dar xîne.

Parlemana Herêma Kurdistanê do Sêşemê biryar dabû ku hilbijartinên giştî, ku li ber bû kû di 1’ê Mijdarê de li dar keve, bi qasî 8 meh paş bixe.

Di referanduma serxwebûnê de, ku di 25’ê Îlonê de li dar ketibû, Kurdên Îraqê 92 ji sedê piştgirî dabûn serxwebûnê. Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebabdî dîyar kiribû referanduma ne rêwa ye û betalkirina encamên wê xwestibû.

XS
SM
MD
LG