Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistanê Nûçeyên Ser Pêşketina Artêşa Îraqê li Kerkûkê Red Dike


Kanala dewletê ya Îraqê ragihand ku yekîneyên Artêşa Îraqê hin herêmên Kerkûkê xistine bin kontrola xwe.

Kanala dewletê dîyar kir ku herêmên ku ketine destê leşkerên Îraqî li rojavayê Kerkûkê ne û dema sitandina wan deran, ti pevçûn bi hêzên Kurdan re çênebûye.

Rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê nûçeyên ser rojavayê Kerkûkê red kirin.

Encumena Asayişa Kurdistanê da zanîn ku li başûrê Kerkûkê bi çekên giran pevçûnên gur diqewimin.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî ji Twitterê ragihand ku ew dixwazin ewlekarîya Kerkûkê çêkin û ji xwecihên wî bajarî xwest ku alîkarîya leşkerên Îraqî bikin.

Walîyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm bang li gelê Kerkûkê kir ku piştevanîya berevanîya bajêr bikin.

Berî daxuyanîyên Abadî, Civata Ewlekarîya Îraqê dîyar kiribû ku hin hêzên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bo alîkarîya Kurdan hatine Kerkûkê. Civatê dabû zanîn ku ‘’ew rewş ragihandina şer e’’

Amerîka, ku di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de alîkarîya Artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge dike, bang li her du alîyan kir ku rê li pevçûnan bigirin.

Yekîneyên pêşmerge, di sala 2014’an de Kerkûk ji destê DAIŞ’ê sitandibû. Jiber statuya Kerkûkê, di navbera Bexda û Hewlêrê de kêşeyên mezin çêdibin.

Kêşeya Kerkûkê piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistana Îraqê jinûve gur bû.

Fermandarîya Giştî ya Pêşmerge roja Înê dîyar kiribû ku revebirîya Bexda ‘’dijî Kurdistanê amadekarîya şer’’ dike. Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî dabû zanîn ku ewê leşkerên Îraqê ti ferqekekê nexin navbera Kurdan û Ereban û êrîşî hemwelatîyan nekin.

XS
SM
MD
LG