Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdolog Michiel Leezenberg Ser Konferansa Zimanê Kurdî Dipeyîve


Fotoyek ji roja yekê ya Konferansa Zimanê Kurdî ku li Dîyarbekirê berdewam dike
Fotoyek ji roja yekê ya Konferansa Zimanê Kurdî ku li Dîyarbekirê berdewam dike

Konferansa Netewî ya Zimanê Zikmakî îro li Dîyarbekirê destpê kir. Konferansa ku ji pêşengîya Navenda Giştî ya Kurdi-Der'ê de pêk tê, wê heta 4'ê Adarê bidome.

Tê ragihandin, gelek zimanzan û pisporên zimên ku ji Sûrîyê, Îraq, Îran û Ewropayê tên li vê konferansê amade dibin.

Yek ji wan beştaran, mamosteyê Zanîgeha Amsterdam’ê, Dr. Michiel Leezenberg e ku gotarekê bi navê “Di Pêkhatina Yekîtîya Netewî de Rista Zimên” pêşkêş kir.

Birêz Leezenberg di derheqa konferansê de bersîva pirsên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê da.

Michiel Leezenberg dibêje, cara yekê ya ku konferasaneke dewlemend ya vî rengî tê kirin û ev konferans jibo zimanê Kurdî pir girîng e.

Kerem kin bi lînka jorîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet ya ser konferansê bikin.

XS
SM
MD
LG