Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Tirkîyê, Sîyaseta HDP'ê û Siberoja Kurdan


Di gera duyê ya hilbijartina serokomarî ya Tirkîyê de Recep Tayyîp Erdogan % 52.18 dengan wergirt û careke din wek serokomar hat hilbijartin.

Rikeberê wî, berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu jî % 47.82 dengan sitand.

Kurd di gera yekê ya hilbijartinê de berbijarek dernexist û piştgirîyeke xurt da Kiliçdaroglu.

Li piranîya bajarên Kurdan, Kiliçdaroglu hilbijartin bi awayekî berbiçav li pêşîya Erdogan qedand.

Dersîm: %82.82

Şirnex: %76.37

Hekarî: %72.52

Amed: %71.76

Êlih (Batman): %68.15

Îdir: %67.26

Mêrdîn: %65.81

Agirî: %64.9

Wan: %61.47

Muş: %58.81

Erdaxan: %57.68

Qers: %56.35

Sêrt: %55.75

Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partîya Çep ya Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ser encamên gera duyê ya hilbijartina serokkomarîya Tirkîyê, şeva Yekşemê preskonferansek li dar xist.

Akin di preskonferansa hevbeş de dîyar kir ku ew di bin givaştinên rejîma tekakesî, bi pêvajoyeke ne wekhev û rewa ketin hilbijartinan.

“Berbijarê AKP'ê yê serokkomarîyê, Erdogan di pêvajoya hilbijartinê de hemû derfetên dewletê bi kar anîn û hilbijartin bi awayekî dadmendî nehatine kirin.”

Akin got ku ji destpêkê heta dawîyê armanca wan ya serekî guhertina rejîma Erdogan bû.

“Me bi vê stratejîya xwe û têkoşîna xwe, di gera yekê de Erdogan sekinand û me di gera duyê de jî heman stratejî domand. Encaman nîşan da ku hilbijêrên me bi awayekî pêgirî xwedî li polîtîka û armancên partîya me derketin. Li 16 bajarên ku herî zêde Kurd li wna deran dijîn, bijareya hilbijeran Kiliçdaroglu ye. Gelê me tevî hemî givaştin û çavtirsandinan paşve gav neavêt.”

Akin bi berdewamî got ku ewê hem li parlamanê hem jî li hemî qadên jîyanê, jibo guherînê, pêşengîya têkoşîna demokratîk bidomînin.”

Lê, piştî hilbjjartinên 14'ê Gulanê û piştî eşkerebûna encamên gera duyê, di nava Kurdan de dengên nerazîbûnê bilind dibin.

Hin akademîsyen, sîyasetvan, rojnamevan û piştevanên HDP’ê stratejî û biryarên rêvebirîya wê partîyê bi tundî rexne dikin ku çima di gera yekî de berbijarek dernexist û Kurdan bê deng hişt.

Şîrovekarê sîyasî Dr. Cuma Kuçuk ji Dengê Amerîka re got ku bi dernexistina namzetekî serokkomarîyê HDP’ê hêzeke pir mezin ji dest da û qada sîyasetê ji partîyên nîjadperest re hêla.

“HDP’ê, bi dernexistina namzetekî xwe, ji pozîsyoneke xurt xwe qilupand rewşeke pir dijwar û xwe pir xist bin sîya CHP'ê. Loma jî di gera duyê de bê fonksîyon ma û ew jî bû sedem ku hilbijarên wê neçin ser sindoqan.”

Kuçuk bawer dike ku cîh nedana kesên bi rengên Kurdewar jî roleke girîng list ku dengên HDP’ê dora % 25 kêmtir bibin û hejmara kursîyên ku wê qzenc kirine jî bikevin 61an.

Cîgirê Hevserokên HDP’ê, M. Ruştu Tîryakî jî di heman bernameya Dengê Amerîka de got ku ew hîn jî biryara dernexistana kandîtekî diparêzin.

“Me namzet dernexist jiber ku bendewarî hebe ku Kiliçdaroglu di gera yekê de hilbijartinê qezenc bike û me nexwest ku oposîzyona me bi astengkirina wê yekî tawanbar bike.”

Niha hin hilbijer û piştgirên HDP’ê li ser medya civakî bang li rêvebirîya partîya xwe dikin ku berpirsîya têkçûna hilbijartinê rakin ser xwe û demûdest dest ji kar berdin û rê bidin nifşên ciwantir ku HDP’ê bi rê ve bibin.

Niha nayê zanîn ku HDP wê çi bike, lê rastîyeke berbiçav heye ku morale piştevanên wê partîyê gelek nizim bûye û hin kes ew encamp wek hişyarîya dawî ya Kurdan ya ji HDP’ê dibînin.

Dîsa, rastîyeke din ya tahl heye ku Erdogan hîn pênc salên din li ser desthilatê ye û dibe ku ew di demên pêş de dikare Kurdan bike armanca xwe û givaştin û operasyonên dijî wan pirtir bike.

Niha pirs ji alîyê hin kesan ve ew e ku gelo çima HDP’ê hemî dem û hêza xwe daye dijberîya Erdogan jiber ku alîyê opozîsyonê jî di gotarên xwe yên dijî Kurdan de ji Erdogan ne gelek baştir e.

Tiştê zelal ev e ku di demên pêş de hem jibo Kurdên li Tirkîyê û hem jî jibo Kurdên li Sûrîyê serdemeke dijwar destpê dike û tenê rojên pêşîya me wê nîşan bide ku encam jibo Kurdan wê çawa be.

XS
SM
MD
LG