Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keremo bi Romana Çengek Ax Ronî Tîne Ser Rûpeleke Tarî ya Dîroka Kurdan


Çengek Ax
Çengek Ax

Romana “Çengek Ax” nivîskar Keremo (Kerem Tekoglu) ji weşanxaneya J&J derket.

Çengek Ax, xebat û lêkolîna 10 salan a nivîskar Tekoglu ye û roman ji 80 rûpelan pêk tê. Di vê romanê de navê dehan gundan, kanî û rubaran, dar û beran, deşt û çîyan yên ku ev çîroka rastîn tê de derbaz dibe, hatine nivîsîn.

Keremo û pirtûka wî Çengek Ax
Keremo û pirtûka wî Çengek Ax

Herwiha, ev roman pêkane ku wek belge romanekê jî were nirxandin jiber ku roman çîroka malbata Tekoglu ango çîroka kalikê wî ya Ûsifê Ehmed Axa ye û nivîskar ev roman ji devê bav û meta xwe nivîsîye.

Çîroka romanê ji sala 1914’an destpê dike û Tekoglu dibêje ku ev dîroka romana ji dema sîrgunkirina Filêyan e.

“Di wê demê de bapîrê min li Mûşê li hêla gundê Zengok û Qerehemzê gundek wan heye. Bapîrê min malbateke Ermen tîne weke navmalî da ku alîkarîya karûbarên malê bike tevlî mala xwe dike ku jiber ku xanima wî rehmet kiriye.”

Tekoglu di berdewamîya çîroka romanê de jî destnîşan dike ku du kurên bapîrên wî yên yek 16/17 salî û yê din 6 salî hene û her du malbat bi demê re dibin wek malbatekê û bi hevre dijîn.

“Di sala 1914’an de biryara sirgûnkirin û kuştina Ermenan tê dayîn. Lêşkerên Tirk dixwazin wê malbata Ermen jî bişînin çolê Sûrîye. Di wê navberê de apê min yê 16/17 salî vê yekê qebûl nake û di vî şerî de kuştin çêdibe û du leşker têne kuştin. Dû re jî malbat jî têne sirgûn kirin. Apê me bi rojan li Farqînê perîşan dibe û piştre jî neçarî direve Binxetê û birayê xwe yê 6 salî êdî hinda dikin û mixabin ew û birayê xwe ti car hevdu nabînin.”

Nivîskar di rûpelên pêş de çîrokê wek sitraneke delal distirê û bi çengek ax her du birayan digihîne hev.

“Ez sed sal şûnde diçim Binxetê li ser gora wî û çengek ax tînim û ser mezelê bapîrê xwe dirêjim. Ûsifê Ehmed Axa ti car birayê xwe nabîne, lê ez wek nevîyê wî sed sal şûnde diçim ser gora birayî wî çengek ax tînim û li ser gorî wî de dikim.”

Li alîyekî din ve jî Tekoglu balê dikşîne ser taybetmendîya vê romanê ku malbata wî ji wek sedan malbatên Kurdan alîkarîya Ermanan kirine.

“Ew kesên ku dibêjin Kurd kujerê Ermanan e belgeyeke rastîn derdixe pêşberî wan ku Kurdan çiqas alîkarîya Ermenan kirine. Yek ji wan bapîrê min e û jiber ku alîkarîya Ermenan kiriye gundê wî hatiye şewitandin, ew hatiye sirgûn kirin û birayê xwe hinda kiriye û careke din bira û bavê xwe nedîtîye.”

MEB_5_27_22_Roman_Cengek_Ax_Keremo
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00

XS
SM
MD
LG